Li Çewligê 26 herêm hatin qedexekirin

Walitiya Çewligê li 26 herêmên 7 navçe û navenda bajêr, di navbera 11-25’ê Mijdarê de ‘Herêmên ewlehiya taybet a demkî’ ragihand.

Li gorî daxuyaniya Walitiya Çewligê di navbera 11-25’ê Mijdarê 26 herêmên Çewligê weke ‘herêmên ewlehiya taybet a demkî’ hatine ragihandin.

Navê herêman wiha ne;

“Navend Otaçanak, Zozanê Hasar û Girê Hasar, Feratan, Zozanê Çir, Geliyê Merdîven, herêma Monçu Komû, Çiyayên Şeytan ên navçeya Azaxpêrt, Geliyê Şeytan, Îlbey, Herêmên Geliyê Maltepe (Sevkar), Saggoze ya navçeya Dêra Hênê, Buyukçag, Yenîyazi, Dîkpinar, Herêmên Derman û Şekaran, Yenîbaşak a navçeya Bongilan-herêma Doguyelî, Geliyê Horîvanîk ya navçeya Korxol û Geliyê Tahkîm, Daristanên Kirkoy, herêma Gokçedal Genişli û Geliyê Manav, Herêma Çomakdere ya navçeya Gêxî, Herêma Daristanên Karacehennem a navçeya Kanîreş, Herêma Zozanê Akimli yê navçeya Çermê.”