Li Çewligê 1’ê Gulanê: Deshilata heyî bûye belaya serê civakê

Li Çewligê rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan 1'ê Gulanê bi daxuyaniyekê pîroz kirin û gotin: "Desthilata heyî bûye belaya serî civakê."

Li Çewligê rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan 1'ê Gulanê bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Nûnerên Egîtîm-Sen a Şaxa Çewligê, Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK), namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Çewligê Cemîle Tûrhalli û Farûk Aris û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Hîşyar Ozsoy tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser "jin jiyan azadî", "Dê KHK biçin em ê qezenc bikin", "Ne fitrat, zanist" , "Bijî Yekê Gulanê" û "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin" hatin hilgirtin.

Hevberdevka KESK'ê Perîhan Demîr metna daxuyaniyê xwend. Demîrê bal kişand ser krîzên li Tirkiyeyê û got ku desthilata heyî bûye belaya serê vê civakê.

Demîrê wiha domand: "Li vî welatî betalî serî hildaye û tu dem wekî vê demê koçkirina derveyî welat çênebûye. Cinayetên karî, bûne komkujî û ev her roj çêdibin. Fiyet her roj biha dibin. Êdî tu kes nikare tiştekî bistîne. Lê meaşê karkeran nayê zêdekirin. Axa me ku bereket jê dibare û her tişt lê heye, wek çandinî, cotkarî, sewalvanî û hwd. Gav bi gav ber bi qedandinê ve birin. Li Tirkiyeyê krîzeke cidî heye. Bi rastî jî niha em hatine rewşeke wiha ku em hewceyî her tiştî kirine."

Demîrê bal kişand ser operasyonên destgîrkirin û girtinên vê dawiyê jî. Demîrê bertek nîşanî van operasyonan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îxraçkirin, bêedaletî, yekperestî, mîlîtarîzm û êşkenceyên ku li girtîgehan tên kirin li dijî mirovan tên kirin. Bi destê darazê operasyon û destgîrkirin tên kirin."