Li Çemê Roj şewat didome

Şewata ku artêşa Tirk li herêma Kutudere ya Dersimê derxistî didome.

Li herêma Kutudere ya navenda Dersimê beriya bi du rojan şewata ku ji ber bombebarana artêşa Tirk derketî hê jî didome.

Gundên ku li herêma şewatê dimînin salên 90’î ji hêla dewletê ve hatibûn valakirin, beşek jê jî di nav ‘herêma ewlehiya taybet’ de ne. Ji ber ku kes nikare nêzî wan gundên valakirî bibe ti agahî nayê wergirtin. Li hin gundên herêma şewatê ji ber dûxanê pir kêm têne dîtin.

Dildarê sirûştê yên Dersimê li Midûrîyeta Karê Daristanê geriyan û xwestin ku şewat were tefandin.

Dildarên sirûştê li ser hesabê medyaya sosyal Haydar Çetînkaya bi van gotinan helwesta xwe diyar kirin: ‘’Seroktiya Rêveberiya Şewatê, ka tu ji bo çi heyî? Em digerin kes telefonan venake an jî eleqedar nabin. Ev 48 saet derbas bûn lê hê jî kes ji bo şewata li Dersimê bitefîne tiştekî nake. Bacên ku hûn ji bajarên me distînin li we heram be. Nêzîkatiya we ya liv ê dere nêzîkatiya cihêkar e. Ev der ne bajarekî welêt e?