Li Çemçoyê 4 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de yên ku di 18’ê Çileyê de hatine lidarxistin bi qasî ku hate tespîtkirin li qada Çemçoyê 4 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşan ev daxuyanî da.

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 18’ê Çileye saet 09:00, 09:40, 11:30 û 18:00’an de li derdora herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amêdiyê tîmên me yên gerok 4 caran bi çekên giran li dagirkeran dane û 3 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me tespît kirin ku hin ji van dagirkeran bi cil û bergên sivîl li qadê digeriyan.

Di 18’ê Çileyê saet 14:45’an de nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 18’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê ji sibehê heta şevê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 18’ê Çile de herêmên Gundê Girê û Gundê Kanîsarkê yên Garê û herêma Goşînê ya Xakurkê 7 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 18’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”