Li Çelê û Geverê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê, li dijî hêzên artêşa Tirk çalakî lidar xistin.

Navendê li ser van çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

GEVER

"Roja 7'ê Gulanê saet di navbera 16:20-17:00 de hêzên me bi hawanan li qereqola Zeytê ya li navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Di vê çalakiyê de derb li wesayîteke zirxî û çepereke tankê ket.

7'ê Gulanê saet di 16:30 de hêzên me bi çekên giran li dozera li dora girê Şehîd Zerdeşt dixebitî xistin. Dozera derb xwar, ji herêmê derket.

ÇELÊ

7'ê Gulanê saet di 11:00 de hêzên me li dijî qereqola Şkêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Çalakî bi çekên ferdî û sekvaniyê hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin."