Li Çelê û Barzanê 10 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li Girê Xwedê yê herêma Barzanê derbek giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, gerîlayên HPG’ê duh li dijî qereqola Geman a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek bi bandor li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kutşin. Li aliyê din gerîlayan wesayîteke Amarok û wesayîteke Kirpî ya dagirkeran jî rûxandin.

Heman rojê gerîlayên HPG’ê li Girê Xwedê ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyên sekvanî lidarxistin. Hate ragihadin ku di çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan tu daxuyanî hê nedaye.