Li Çelê, Lêlîkan û Îdirê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Çelê, Lêlîkan û Îdirê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. Di çalakiya sekvaniyê ya li Lêlîkanê de leşkerek hate kuştin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên 2’yê Cotmehê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker jî agahî da.

HPG’ê ragihand ku li Çelê li çeperên leşkeran hatine xistin. Li Lêlîkanê jkî çalakiyeke sekvaniyê hatiye kirin, dîsa li Îdirê li komeke kontrayan hatiye xistin, piştre jî li wesayîteke mîkser hatiye xistin û hatiye rûxandin. Dîsa di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku balafiran li herêma Zapê daye.

LI ÇELÊ LI KOZIK Û ÇEPERÊN DIJMIN HATIYE XISTIN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker bê navber didomîne. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkiladarî çalakiyan wiha ne;

2’yê Cotmehê saet 08:00’an, hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de bi awayekî xurt li çeper û kozikên dijmin hatine xistin. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Hema piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi topên hewan û obusan li qadê dan.

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Dîsa heman rojê saet 17:10’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Lêlîkan ê girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerk hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopteran herêmê bombe kiriye.

LI ÎDIRÊ LI KONTRAYAN HATE XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ku li gelemperiya eyaleta Serhedê dane destpêkirin, 2’yê Cotmehê saet 14:30’î hêzên me li dijî komek kontra ya ku li devera Dîlûcû a girêdayî Îdirê ku ewlekariya sînor dikirin çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve li dijmin hate xistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarbûna kontrayan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Hêzên me heman rojê saet 17:30’î li dijî wesayîteke mîkser a hêzên dijmin ku dixwestin li ser sînorê devera Dîlûcûyê dîwar lê bikin çalakiyeke ya sabotajê kirine û wesayît bi tememî hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.

BALAFIRAN LI ZAPÊ DAN

2’yê Cotmehê saet derdorî 22:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Kunîşka a girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tu gerîlayên me şehîd nebûne.”