Li Çelê coşa Newrozê: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş, girseya gel diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.

Pîrozbahiya Newroza ya navçeya Çelê ya Çolemêrgê li Qada Emîrsaban hate lidarxistin. Qada Newrozê bi rengê kes, sor û zer hate xemildandin. Xelkê Çelê bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî şahiya Newrozê bûn. Di şahiyê de girseyê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ berz kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci û Endamên Meclîsa HDP’ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

PIŞTÎ 6 SALAN AGIRÊ EWIL

Pîrozbahiya Newrozê bi stranan dest pê kir, gel li ber stranan xelekên govendê gerandin û her ku diçû coşa xelkê zêdetir bû. Piştî 6 salan, cara ewil bû ku li Çelê agirê Newrozê hate vêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci axivîn û Newroza gel pîroz kirin.

Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare ji bo şerê heyî rêyeke çareseriyê pêş bixe û pîrozbahiyên Newrozê jî weke nîşaneya vê rastiyê diyar kirin.

Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.