Li Çelê, Şemzînan û Sêrtê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan yên li Çelê, Şemzînan û Sêrtê de gelek leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên di navbera 9-13’ê Gulanê de û têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Çelê ji pênc aliyan êrîşî girekî kirine û di sabotajekê de jî bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin. Hat diyarkirin ku di şer û bomberdûmanên artêşa Tirk de du gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.

 

LI ÇELÊ ÇALAKIYA GERÎLAYAN A JI PÊNC ALIYAN VE

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta Tirk ev daxuyanî weşand:

“Di 12’ê Gulanê de di saet 23.00’an de hêzên me bi çekên giran û ferdî li ser Girê Koordîneyê yê Çelê ya bi ser Colemergê çalakiyek kiriye. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 5 aliyan bi çekên giran û komên êrîşê re, li sîperan daye. Li vê derê bi qasî saetekê şer domiyaye. Piştî çalakiyê qereqolên Êrîş, Bilîcan, Ertûşê bi obus, hawan û tankan li qada çalakiyê dane. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin, gelek sîper, konteynir û kon jî derbe xwarine. Di 13’ê Gulanê de di saet 06.00’an de hêzên me li hemberî leşkerên Girê Koordîneyê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Di heman rojê de di saet 09.00’an de bi balefirên şer, tank û obusan li qada Cîloya Biçûk, Qela Bedewê û Şamkê dane. Di vê çalakiyê de 2 hevalên me şehîd ketine û têkiliya me ya bi komek hevalên me re jî qut bûye.”

 

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 13’ê Gulanê de li hemberî leşkeran çalakiyek hatiye kirin û diyar kir ku,

“Di 13’ê Gulanê saet di navbera 13.30-14.00’an de hêzên me li hemberî leşkerên qada Mergê ya Şemzînanê ya Colemergê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.”

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 9’ê Gulanê de Artêşa Tirk li qada Bestayê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin û got “Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û Artêşa Tirk de şer qewimiye. Operasyon hê jî didome.”

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerên li Herekolê de helîkopterek hatiye derbekirin û bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji ber derbên gerîllayan operasyon bi paş ve hatiye kişandin.

LI SÊRTÊ SKORKSKY HATE DERBEKIRIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, “Di 11’ê Gulanê de li Herekolê li qada Girê Kaç û Çemê Karê Dewleta Tirk operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de Artêşa Tirk xwe bera qada Bemînexayê daye û ketine derdora goristanên şehîdan. Di 11’ê Gulanê di saet 09.30’an de di navbera hêzên me û Artêşa Tirk şer qewimiye. Di 12’ê Gulanê di saet 03.00’an de Artêşa Tirk bi obus û hawanan ev der bombe kiriye û bi helîkopterên Skorksy û Kobrayê xwe bera qadên Şehîd Azîme, Girê Şehîd Berxwedan û qada Şehîd Resûl dane. Di 12’ê Gulanê de di saet 04.00’an de Skorskya ku dixwest leşkeran li girê Şehîd Canxort deyne, ji aliyê hêzên me hatiye derbekirin û helîkopterê mecbûr maye xwe li Qereqola Osyanê deyne. Di heman demê de helîkopteran xwestiye xwe li Karîdarê û Solyayê deyne, lê ji ber lêdanên hêzên me paş ve vekişiyaye. Di çalakiyeke li Girê Şehîd Berxwedan de jî 2 leşker hatine kuştin. Di 13’ê Gulanê de ev operasyon bi paş ve hatiye kişandin. Di operasyonê de 2 hevalên me şehîd ketin  û têkiliya me ya bi hevalekî re qut bûye.”

Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  diyar kir ku, “Di 13’ê Gulanê de balefirên şer ên Artêşa Tirk girê Kartal ê Heftanînê bombebaran kiriye.”