Li Çelê 5 leşker hatin kuştin

Hate diyarkirin ku li dijî qereqola Geman a Çelê çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 5 leşker hatin kuştin. Hêzên gerîla li Şemzînan û Geverê bi ser artêşa Tirk de çalakiyek li dar xistin.

Li gorî agahiyan 6’ê Tebaxê saet 19.00’an bi ser qereqola Gemanê ya Çelê ya Colemêrgê de di heman demê de du çalakî hatine kirin. Di çalakiyê de wesayiteke transît a li hewşa qereqolê û 5 leşkerên li cem bûne hedef û bi çekên giran û sivik derb li wan hatiye xistin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANF’ê ji jêderên xwecih û rayedarên HPG’ê standine di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin.

Her wiha duh ber nîvrokî gerîlayan bi ser asayiş û qereqola Çeman a Şemzînanê de girtine û li vir jî hin leşker hatine kuştin û hin birîndar bûne.

Dîsa şevê dî saet derdora 19.00’an gerîlayan bi hawanan li girê Alîşêr ê Geverê xistine û gelek rokêt li kozikên leşker ên li ser gir ketine. Lê çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne, diyar nebûye.

Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk kete nav tevgera hewayî û balafir bi derengiya şevê herêma Xakurkê bome kirine.