Li 9 gund û bajarokên Hewêlê qedexeya derketina derve
Li 9 gund û bajarokên girêdayî navçeya Hewêlê ya Sêrtê bi hinceta operasyonê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin.
Li 9 gund û bajarokên girêdayî navçeya Hewêlê ya Sêrtê bi hinceta operasyonê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin.
Walitiya Sêrtê ragihand ku ji ber operasyona leşkerî ku wê were lidarxistin, ji saet 17:00’an ve li bejahiyên 9 gund û bajarokên girêdayî navçeya Hewêlê ya Sêrtê û gelek herêmên din wê weke herêmên ewlehiya taybet bê îlankirin. Navê gund û bajarokên ku ji aliyê Walîtiyê ve qedexe lê hatî îlankirin wiha ye; “Gundê Meşelîk, Ardiçdali, Ormanpinar û Çamtaşi, Boylûca, Aydinlar, Korûcû, Bahçelî û Dogruyol.”