Li 16 gundan derketina derve hate qedexekirin

Li 16 gundên ser bi navçeyên Hênê û Licê yên Amedê, derketina derve hate qedexekirin.

Hêzên dewleta Tirk, ku ji bo operasyonek li Amedê amadekariyan dikin, li 16 gundên ser bi navçeyên Hênê û Licê yên Amedê derketina derve qedexe kirin.

Walîtiya Tirk a li Amedê, ji saet 05:00 û pê ve li van gundan derketina derve 'qedexe' kir: Gundên Abali, Bîrlîk, Şenlîk, Ergînkoy, Tûzlakoy, Çeper, Ecemîş, Daralan û Dûrûkoy ên Licê, gundên Serenkoy, Ûzûnlar, Yûkaritûrali, Kalaba, Topçûlar, Akçayûrt û Kaledîbî yên Hênê.