Leyla Encu: Erdogan piştî Roboskî gelek komkujî kir

Dayik Leyla Encu diyar kir, Komkujiya Roboskî yekemîn komkujiya herî mezin a Erdogan û hikûmeta wî bû û got, "Piştî Komkujiya Roboskî me dît ku Erdogan li rê li ber mirina gelek kesan vekir."

Malbatên Roboskî ji ber ku 5 sal in hê kiryarên komkujiyê nehatine eşkerekirin nerazî ne û dibêjin, berpirsyarê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye.

Yek ji 34 kesên di komkujiyê de hatin kuştin Şêrvan Encu yê 19 salî ye. Dayika wî Leyla Encu ji ANF'ê re axivî.

Dayik Encu da xuyakirin, ku di ser Komkujiya Roboskî re 5 sal derbas bûne, lê êşa wan hê mîna roja destpêkê teze ye.

Encu da zanîn, AKP/Recep Tayyîp Erdogan piştî Komkujiya Roboskî hin komkujiyên din jî kir û got, "Di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn. Êşa kurê min her roj di dilê min de ye. Ji min heye ku komkujî duh pêk hatiye. Hê kiryarên komkujiya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye kirin nehatiye eşkerekirin. Di ser re, di nava 5 salên bihurî de bi dehan komkujî hatin kirin. Gelo hikûmeta AKP'ê û Erdogan çi ji vî gelî, ji gelê Kurd dixwaze? Gelê KUrd bi salan e dibêje aştî, lê Erdogan ji bilî kuştinê tiştekî nake. Erdogan pirsgirêkên li welatê xwe çareser nake, radibe qaşo hewl dide pirsgirêka li Helebê çareser bike. Ji te re çi ji pirsgirêkên welatekî din. Tu ewilî xwîna li welatê te dirije bisekinîne. Mirovan ji wê derê tîne, çekan dide destê wan, wan dike DAIŞ û bi destê wan komkujiyan dike. Binêre li derdora de çend welat hene ku hemû bûne dijminê te."

'TIŞTÊN TE KIRIYE WÊ JI TE RE NEMÎNIN'

Dayik Encu destnîşan kir, ku AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wê hesabê êşên daye kişandin bide û wiha dewam kir: "Ewqas leşker û polîs mirin, gelo dê û bavê wan nîne? Ew malbatên ku te di berdêla xwîna wan de pere daye wan, wê rojekê bêjin 'êdî bes e' û hesab ji te bipirsin. Te êş xist nava her malbateke li vî welatî. Te rehetî ji kesî re nehişt. Ka zarokên te, ka xizmên te? Çima yekî ji wan dimire ne ji te ye? Çima yên dimirin hemû zarokên xizan, feqîran e? Tu radibe li hemû komkujiyan, teqînan kirasî 'FETO', 'DAIŞ' lê dike. FETO ji te bêhtir xwedî wijdan e. Ev tiştên te kiriye, ji te re namînin. Tu qala Tirkiyeyê dike, lê te li holê Tirkiye nehiştiye. Ewqas mirovên ji gelê Kurd, parlamenter girtiye. Gelo ji te heye ku bi binçavkirin, girtin û kuştinê tu yê karibe Kurdan biqedîne? Ev gel naqede, ti carî naqede. We Şêrvanê min qetil kir, 4 ewladên min hene, tenê bi wan jî bimîne wê têkoşîn bidome."

'EMÎNE ERDOGAN LI SER SOZA XWE NESEKINÎ'

Dayik Encu anîz iman, ku Recep Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan beriya niha bi pênc salan îdîa kiribûn û soz da bûn ku ew ê kujeran eşkere bikin, lê soza xwe bi cih nanîne û got, "Emîne Erdogan, dema komkujî hat kirin hat vê derê, destê xwe danî ser wijdanê xwe û soz da ku ew ê kiryar û berpirsyarê komkujiyê bên cezakirin. Ka ew soza wê? Weke dayikekê me jê bawer kir. Lê wê jî derew kir. Erdogan jî bi heman rengî soz da bû. Pênc sal di ser re derbas bû. Li şûna ku kiryar werin dîtin û darizandin, hê bêhtir komkujî hatin kirin. Gelo soza ku wan dan, ev bû? Me bedena sih û çar zarokên xwe spartin axê, lê tevî vê yekê jî em dibêjin bila canê kesekî din neşewite û aştî pêk were. Gelo qet wijdan bi AKP û Erdogan re nîne? Qet ji Xwedê bawer nakin?"

'MÎNA SEDDAM...'

Di dewama axaftina xwe de Encu got, "Te ewqas canê gelê xwe şewitand, ewqas canê gelê Kurd, gelê cîhanê şewitand, ev ê ji te re nemîne. Heta ku tu bi vî rengî tevbigere, tu yê dawî li xwe bîne. Mîna Seddam. Seddam jî gelek mirovên bêguneh kuşt û dawî li xwe anî. Qedera te jî wê mîna ya wî be."

Dayik Encu da xuyakirin, ku ji roja kuştina kurê wê û vir ve jiyan li wê her tim şîne û destnîşan kir, ku heta dîtin û darizandina kujeran wê têkoşîna xwe bidomîne.

Encu diyar kir, li gund zexta bûyîna cerdevaniyê li wan dihat kirin û got, "Kurê min nedixwest bibe cerdevan. Ji ber ku nebû cerdevan kurê min kuştin. Ji roja kuştina ewladê min û vir ve li malê şîn heye. Şev û rojên me bi bîranînên wî derbas dibin. Xwişka wî dema destgirî bû û zewicî, kincê şînê, kincê reş ji xwe nekir. Li gund ne cejneke heye, ne jî dawetek. Bila Xwedê ji yên ev êş bi me dane kişandin, nehêle."

'KOMKUJIYA ROBOSKÎ, KOMKUJIYA DESTPÊKÊ YA ERDOGAN Û HIKÛMETÊ YE'

Dayik Encu herî dawî anî ziman, ku Komkujiya Roboskî yekemîn komkujiya herî mezin a Erdogan û hikûmeta wî ye û got, "Piştî Komkujiya Roboskî Erdogan rê li ber mirina gelek eksan vekir. Her roj bi agahiyên li ser mirina mirovan roja me dest pê dike. Êdî bes e ji Erdogan re!  Di nava welatên cîhanê de rûyê te reş bû, tu bû kesekî êdî mirov ji ber fedî dikin. Bi salan e tu gelê Kurd dikuje, hewl dide tine bike. Mafê her nîjadî ye ku bi rengekî azad li ser axa xwe bijî, bi zimanê xwe yê dayikê baxife. Êdî bese ji vê xwîna tu dirijîne."