Leşkerên Tirk nahêlin şêniyên Makûyê debara xwe bikin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Makûyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî kêyfî gule li sewalên şêniyên herêmê dibarînin ku çavkaniya debara wan e.

Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê belav kirine, ev demeke ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî kêyfî guleyan li sewalên şêniyên gundewarê Makûyê direşînin û sewalên wan dikujin.

Li gorî heman agahiyan heta niha bi dehan sewal kuştine û bi sedan jî birîndar kirine.

Sewalvanî çavkaniya sereke ya debara şêniyên wê herêmê ye.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha roja 29'ê Nîsanê jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şînoyê du ciwanên Kurd ku ji bo debara jiyana xwe giya berhev dikirin kiribû armanc û di encamê de her du ciwan hatibûn qetilkirin. Rayedarên rejîma Îranê heta niha tu bertekek nîşanê wan bûyeran nedaye.