Leşkerên Tirk li Hezroyê bomberdûmanê dike
Leşkerên Tirk li Hezroyê bax û baxçeyan dişewitîne, koçberiyê li ser gundiyan ferz dike.
Leşkerên Tirk li Hezroyê bax û baxçeyan dişewitîne, koçberiyê li ser gundiyan ferz dike.
Ji ber şerê li gundên Heremo yê di navbera Farqîn-Hezroyê yên bi ser Amedê, daristan hatin şewitandin. Ji ber bombeyan agir bi eraziyê ket û şewat hê jî didome. Leşkerên Tirk destûrê nadin ku gundî agir vemirînin. Di têketina Hezroyê de jî gelek wesayîtên leşkerî hatine bicihkirin.
Hat ragihandin ku li gundê Kanîbuşkul ê Hezroyê gule bera cerdevanan hatiye dayîn yên ku wesayîtên lêgerîna sîsmîk diparêzin û di vê bûyerê de 2 cerdevan bi sivîkî birîndar bûne, yek jê jî bi giranî birîndar bûye.
Hate ragihandin 7 kesên ku hatibûn binçavkirin duh êvarî serbest hatine berdan.
TENÊ DERKETIN SERBEST E!
Leşkerên dewleta Tirk têketina gundan qedexe kirine û destûr bi tenê ji çûna bajêr re heye.
Gel diyar dike ku bi van hincetên operasyonê dixwazin gundî koçber bibin û ji ber vê jî tenê destûrê didin derketina ji gundan.