Leşkerên Tirk ketin xefika ji teqemeniyê ya gerîla

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, teqemeniya gerîla bi leşkerên derketin operasyonê teqiya. Tê gotin, ji ber teqînê gelek leşker mirin e û birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, artêşa Tirk a duh danê sibehê dest bi operasyonê kir, kete xefika ji teqemeniyê ya gerîla. Operasyona li herêma Şapatan û derdora wê dewam dike.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, leşkerên Tirk ên ber bi herêma Bermeşa ve diçûn, ketin xefika ji teqemeniyê ya hêzên gerîla. Ji ber teqînê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn, lê li ser hejmara zelal agahî nehate bidestxistin.

Wekî din, duh danê êvarê li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê jî gerîla li girê Bayê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de gelek kon û çeperên leşkerên Tirk rûxiyan.