Leşkerên Tirk gundê Şikeftan vala dikin

Gundê Şikeftan ê Şemzînanê 40 roj in di bin dorpêça leşkeran de ye. Leşkerên Tirk bi zextê gund vala dikin.

Gundê Şikeftan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji 21'ê Adarê ve ji aliyê leşkeran ve dorpêçkirî ye, ku hingî li Geverê di wesayita polîs A.K. de zêdeyî 52 kîlo teqemenî hatibû dîtin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu wê demê îdîa kiribû ku teqemenî li Iraqê li wesayitê hatiye barkirin, anîne Şemzînanê û hedef jî Stenbol bû. Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî îdîayên Soylu hat destpêkirin de gundê Şikeftan ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Leşkeran bi îdiaya "cihê ku tiryak lê tê barkirin" 40 roj in ketina gund asteng dikin.

Leşkerên Tirk bi zextan gund vala dikin. Ji 50 malbatan 35 malbat ji gund derketin. Hate hînbûn ku niha li gund 15 mal hene. Li gorî agahiyan, ji malbatên mayî 14 malbatan pezê xwe firotine û malbata ku nedifirot jî, leşkerên Tirk timî zextê lê dikin.

Hat ragihandin ku piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zextên li ser gund zêde bûne. Ev 10 roj in ava vexwarinê ya gundiyan qut bûye. Li gund jî derketina ji malên xwe tê astengkirin. Hate hînbûn ku kesên ku ji bo xwarinê bikirin ji gund derketine, êşkenceya lêgerîn û kontrolkirina nasnameyê li wan tê kirin.