Leşkerên Tirk agir berda çiyayê Cûdî

Artêşa Tirk a dagirker agir ber da qada daristanî ya herêma çiyayê Cûdî ya Şirnexê.

Li gorî agahiyan, ji ber topbarana leşkerên Tirk li Girê Mila Tikerê agir bi daristanê ket.

Şewata li qada daristanî ya li herêma baregeha leşkerî belav bû û hîn jî ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.

Leşkerên Tirk çend roj berê li herêma Çiyayê Cûdî şewat derxistibûn û bi hezaran dar şewitandin.

Şewata daristanan a çar roj berê li çiyayê Gabarê hatibû derxistin, 9'ê Tebaxê êvara Yekşemê ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.