Leşkerên Îranê kolberekî din qetil kir
Pasdarên Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolberan kir. Di vê êrîşê de kolberek hate qetilkirin û kolberek jî birîndar bû.
Pasdarên Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolberan kir. Di vê êrîşê de kolberek hate qetilkirin û kolberek jî birîndar bû.
Pasdarên Îranê li Suregujê ya bajarê Serdeştê êrîşî kolberan kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê pasdarên Îranê êrîşî komek kolberan kiriye.
Di êrîşê de kolberê bi navê Azad Qurban Nîjad ê ji gunde Mîr Şêx Heyder ê Serdeştê hate qetilkirin û Muhsîn Bekir Ezîz ê ji gundê Dolegermê jî bi giranî birîndar bû.