Leşkeran li Geverê şivanek birîndar kirin

Li navçeya Geverê Colemêrgê, şivanê bi navê Sertîp Şen dema ku pezê xwe diçêran ji ber guleya ji aliyê herêma leşkerî hate teqandin, bi giranî birîndar bû.

Li gundê Wargenima yê navçeya Geverê ya Colemêrg, şivanê bi navê Sertîp Şen ê 46 salî, dema ku pezê xwe diçêrand, ji ber fîşeka ji aliyê herêma leşkerî ve hate bi giranî birîndar bû.

Şen rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Geverê. Malbata wî li nexweşxaneyê li hev civiya. Şen xistin servîsa lezgîn û tê gotin, rewşa wî metirsîdar e. Polîsên Tirk her wiha wesayitên zirxî li dora nexweşxaneyê bi cih kirin.

Li gorî agahiyan, cihê ku Şen lê birîndar bû herêmeke nêzî qereqolê ye.