Leşker û polîsên Tirk li Giyadînê êrîşî goristanê kirin

Leşker û polîsên Tirk li navçeya Giyadînê êrîşî goristana PKK'yiyan kirin.

Dewleta Tirk bi rengekî bê sînor nirxên însanî û olî binpê dike.

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, leşker û polîsên Tirk êrîş birin ser beşeke Goristana Asrî ku gorên gerîlayên PKK'ê lê ne.

Şahidan gotin, polîs û leşkerên Tirk duh êvarê hatine goristanê û zerar dane goristanê.

Hate ragihandin, qeymeqamê Tirk Salih Yaşar jî di dema êrîşê de li goristanê bû.

Polîs û leşkerên Tirk kulîlkên ku malbatan danîbûn ser gorên zarokên xwe rakirin û avêtin.

Çekdarên Tirk beriya niha li Bedlîs, Mêrdîn û Amedê jî êrîşî gorên PKK'yiyan kiribûn.