Leşker gundiyên Licê tehdîd dike

Nêzî hefeteyek li bejahiyên navçeya Licê ya Amedê operasyonên leşkerî didomin. Gef li gundiyan tên kirin ku ji mal û gundên xwe dernekevin.

Operasyona li Licê di roja 5’an de dewam dike. Operasyona ku roja Yekşemê destpêkirî, taxên Kormik, Barav, Mizag û Spenî yên li bejahiyê jî li xwe digire.

Li gel operasyona bi desteka hewayî Walîtiyê jî roja Pêncşemê 65 gund û gundikên dikevin navçeya Licê û Dêra Hênê qedexe ragihandibû.

Operasyon bi taybet li Bîrlik, Şenlik û Spenî yên girêdayî Lîcê zêde bûye. Ketin û derketina gundiyan hatiye qedexekirin, leşkerên li taxan hatine bicihkirin, heqaret li welatiyan dikin û gefan lê dixwin.

Leşkerên girêdayî rejîma Erdogan, gefan li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin. Hate ragihandin ku li gundan hinek kes jî hatine destgîrkirin.