Lehengê ku li Çewlikê tevlî karwanê nemiran bû: Qehreman Hesekê

Qehreman Hesekê ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, piştî ku got "Me tola şehîdên Çewlikê hilanî" bombeya xwe bi xwe ve teqand.

Qehreman Hesekê (Ahmet Tevfîk) yek ji wan milîtanan bû ku ji deşta Rojava berê xwe da çiyayên Bakur û beşdarî şer bû.

Ahmet Tevfîk ku bi bandora şerê azadiyê yê PKK'ê destpêkê weke welatparêzekî kar dikir, di sala 1993'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li gel Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwe perwerde kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ew êdî Qehreman Hesekê bû. Herêma wî ya kar jî Zagros bû. Demeke dirêj li Zagrosan di nava şerê dijwar de têokşiya. Bi sekna xwe ya têgihiştî, bi nêzîkatiya xwe ya bêtawîz a di mijarên rêxistinî de, bi tevlîbûna xwe ji aliyê hevalên xwe ve hate hezkirin û rêz jê re hate nîşandan. Piştî pratîka demdirêj a li Zagrosan tevlî perwerdeyekê bû û di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê de derbasî Eyaleta Erzîromê bû ku wê pênc salan li w^eherêmê têbikoşiya.

GELÊ ÇEWLIKÊ JÊ HEZ KIR

Tevî ku ji Rojavayê Kurdistanê bû bi hêsanî têkilî bi gelê herêmê re pêk anî. Ji ber sekna xwe ya bi pîvan û durust gelê herêmê di demeke kurt de jê hez kir. Çavên her kesî timî li wî bû, li wî dipirsîn. Mirovekî gel bû, bi şev û roj di nava gel de dixebitî. Li Çewlikê ku artêşa dewleta Tirk ji xwe re kiribû herêmeke navendî ji bo tinekirina hêzên gerîla, ji ber vê sekna xwe ya serketî bû hedef. Yekîneyên taybet ên artêşa dewleta Tirk demeke dirêj li pey wî bûn, lê bi kêr nehatin. Herêm ewqasî baş nas dikir ku şêniyên herêmê li pêşberî vê rewşê matmayî ma.

MILÎTANÊ ÇALAKIYÊN JI NIŞKA VE BÛ

Fermandarekî şer bû ku xwedî dîsîplîn, tawîz ji pîvanên gerîla nedida û bi berpirsyarî tevdigeriya. Bi vê sekna xwe valahî nedida dijmin. Di taktîkên gerîla de şareza bû. Bi çalakiyên ji nişka ve dijmin têk dibir. Vê performansa wî ya şer dijmin tengav kir, lewma dijmin xelat danî serê Qehreman Hesekê ku karibe wî tasfiye bike.

ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA GEXÎ/TEVZAT

Di payîza sala 2008'an de biryar tê wergirtin ku çalakiyeke mezin bê kirin. Hedef jî qereqola Gexî/Tevzatê ye. Çalakî bi rengekî berfireh tê plankirin. Fermandarê çalakiyê wê Qehreman Hesekê be. Wê li devereke ku dijmin ne li bendê bû derb li dijmin bihata xistin.

Tevî ku dijmin bi Qehreman û hevalên wî hesiya, wan dest bi çalakiyê kirin, di demeke kurt de gelek çeperên dijmin têk birin, ketin nava hewşa qereqolê û avahiya qereqolê kontrol kirin. Li qereqolê 16 leşker tên kuştin. Piştî saet û nîvekê bi helîkopterên Kobra dest li qada çalakiyê tê werdan. Helîkopterek ku 20 leşker tê de bûn dema dixwest xwe li hewşa qereqolê deyne bû hedefa Qehreman û hevalên wî. Helîkopter li qadeke ji 30 metreyî dûrî qereqolê kete xwarê û 20 leşkerên tê de hatin kuştin.

Qehreman Hesekê ku di dema çalakiyê de bi giranî birîndar bû, tevî israra hevalên wî jî nehişt ku wî bibin. Ji hevalên xwe xwest ku tavilê xwe vekişînin. Herî dawî got, "Silavan li hemû hevalên partiyê bikin, me tola şehîdên Çewlikê hilanîn, Bijî Serok Apo' û bombeya xwe bi xwe ve teqand û tevlî karwanê nemiran bû.