Lêgerînera jiyana bi wate: Roza Hêlîn

Ji lêgerînerên jiyana bi wate Fermandara YJA Starê Roza Hêlîn bi sekna xwe ya esîl, bi dilnizmî û bedewiya dilê xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.

Dibêjin, ‘Bedewî xwe ji mirovên nadin pey rastiyê vedişêre û li benda keşfkirinê dimîne’. Baş e, gelo rastî çi ye, bedewî çi bû, yan jî ya ku şaş hatibû hînkirin çi bû? Dema ku mirov dide pey van pirsan, pirsên bêdawî li dû hev tên. Bersiva herî baş a li van pirsan jî ji aliyê têokşerên şerê azadiyê ve tê dayin. Serpêhatiya jiyanê ya ji fermandarên YJA Starê Roza Hêlîn ku yek ji lêgerînerên jiyana bi wate bû, bi têr û tijî derbas bû. Çîroka dîtina xwe, vegera li cewhera xwe ye. Bi pakbûn û zelaliya xwe, bi fikir û nêzîkatiya hesas a li hevrêyên xwe cihê xwe dilê hevrêyên xwe de girt gerîla Roza.

Gerîlaya azadiyê Roza Hêlîn li warê berxwedanê yê kevnar li Dersimê ji dayik bû, heta temenekî bi çanda Dersimê mezin bû. Piştre ji ber pirsgirêkên aboriyê çû Ewropayê. Li Ewropayê têkoşîna azadiyê nas kir û berê xwe da çiyê.

DI FELSEFEYA JIYANA AZAD DE ZELAL BÛBÛ

Gerîla Roza xwegihandina çiyê weke vegera li cewhera xwe didît. Bi sekna xwe ya esîl, bi dilnizmî, pakbûn û bedewiya dilê xwe dihate naskirin.

Dûran Kalkan: Hevala Roza timî rû li ken bû. Bejn dirêj û xurt bû. Ji Ewropayê tevlî bûbû. Bi asteke têgihiştinê tevlî nava refên tevgera azadiyê bû. Bi taybetî li dijî komploya navneteweyî ya 1999’an di xeta Zîlan de bû milîtaneke pêşeng û fedayî û bi vî rengî tevlî bû.

Li ser vê bingehê cihê xwe di nava karên Hêzên Taybet de girt. Demeke dirêj perwerde dît. Ji aliyê îdeolojîk, teorîk, leşkerî û teknîkê ve perwerde dît. Li gelek saziyên perwerdeyê demeke dirêj perwerde da. Hem ji aliyê îdeolojîk-teorîk hem jî ji aliyê leşkerî-teknîkî ve perwerde da. Miroveke bi pîvan bû, di asteke girîng de ji aliyê îdeolojîk teorîk ve danheviyeke xwe hebû. Di felsefeya jiyana azad de zelal bûbû, şênber bûbû. Rêzdar bû, bi hezkirinê tijî û dagirtî bû, xwedî pîvan bû. Li cihê ku lê bû dîsîplîn û sîstemek diafirand. Şervaneke xurt bû. Sekvaneke jêhatî bû û li ser taybetmendiyên sekvaniyê serwer bû. Perwerde da gelek hevalan, bi sedan milîtan perwerde kir. Tecrûbe, danheviyeke mezin afirand.

SEKNA WÊ MÎNA MÛNZÛRÊ BÛ

Seyîtxan Dersim: Her tişt xwedî berhemên xweser in. Berhemên xwe yên navdar. Li bexçeyekî dibe ku bi sedan kulîlk hene. Lê belê hin kulîlk hene ku bi taybetmendiyên xwe yên xweser bi rengê xwe, xwe nîşan didin. Hevala Roza jî di nava gerîla de xwedî kesayetiyeke mînak bû. Bi dilnizmî, samîmiyet û rû li keniya xwe di nava hevalan de naskirî bû.

Bi nêzîkatiya xwe ya hesas, xwedî sekneke mîna Mûnzûrê bû. Min hevala Roza sala 2003’an nas kir, lê belê berê min gund, derdor û malbata hevala Roza nas dikir. Li bejahiya Çemîşgezek a Dersimê li Eynikê, derdora Hadîşerê, di nava malbateke kedkar, welatparêz û hêja de bi çanda Dersimê, çand û baweriya Elewîtiyê mezin bû. Hem bi zaravayê Kurmancî hem jî bi yê Kirmançkî zanî bû, çanda xwe ji bîr nedikir.

BI NIRXÊN MIROVAHIYÊ VE DILSOZ BÛ

Arjîn Dersim: Di pênasekirina hevala Roza de mirov zehmetiyê dikişîne. Bedewiya wê ya navxweyî û ya derve bûbûn yek. Taybetmendiyên bi vî rengî bi kêm mirovan tê dîtin. Dilnizm bû, dilsoza nirxên mirovahiyê bû. Her tişt bi baweriyeke mezin, bi coş dikir, bi vî rengî tevlî bû. Bedewî, pakbûn, duruistî, exlaqê xwe bi xeta PKK’ê, bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî re bêhtir xurt û bilindtir kir.