Li avahiya HDP'ê ya Rihayê ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dabû destpêkirin, ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin. Piştî çalakiya greva birçbûnê polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya bajêr û di dem alêgerînê de dest danîn ser gelek pankart, pirtûk, ala û hardîskên kompîturên li avahiyê.
Her wiha di dema avêtina ser avahiya partiyê de 38 kes hatin destgîrkirin. Navê hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Servet Kiliç, Rojda Bînîcî, Faruk Badîllî, Şeyma Badîllî, B.T., Serpîl Geyîk, Nazli Bînîcî, Cemîle Dagtekîn, Murat Demîrkîran, Osman Aydogdu, Memduh Melîk, Bîlal Zeren, Mahmut Aslan, Ayşe Dogan, Îzzet Karadag, Alî Çaglayan, Abdullah Polat, Mahmut Manas, Mehmet Gulmezyuz, Feryal Çelîkbaş.