Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyan didome

Malbatên Roboskiyî, di hefteye 329 a lêgerîna edaletê de ev peyam da, “Pêwîstiya me ne bi hilbijartina zû , bi edaleta zû heye.”

Malbatên 34 welatiyên ku di encama bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a 28’ê Kanûnê 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî de, di hefteya 329’an a çalakiya lêgerîna edaletê de li ser gorên zarokên xwe hatin cem hev.Dîlek Encu ya xuşka Şivan Encu yê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayî li ser navê malbatên ku wêneyên zarokên xwe hilgirtî axivî.

Encu da diyar kirin ku wê bi israr heta dawî ji bo maf û hiqûqê berxwedana xwe berdewam bikin. Encu ya ku bal kişand li ser hilbijartina giştî ya bê kirin diyar kir ku pêwîstiya me ne bi hilbijartina zû ye, pêwîstiya me bi edaleta zû heye.

Encu ya bi bîr xist ku berpirsên qetlîamê hatine dîtin û hê jî nehatine darizandin, wiha berdewam kir: “Çiqas wext li ser qetlîamê re derbaz bibe bila bila be, rastî û heqî nayê veşartin. Edaleta ku em dixwazin, pêşeroja me hemûyane.”