Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 17’an de ye

Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 17’an de berdewam dike.

Malbata Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Drsimê ku ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî jê nayê wergirtin, li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê ku daye destpêkirin di roja 17’an de berdewam dike. Malbatê îro carek din li ber edliyeyê qîr kir û got: “Gulistan li ku ye? Keça me bibînin.” Malbatê got ji ber bavê tawanbar Zaiynal Abarakov ku bûye sedemê windakirina keça wan polîs e keça wan nayê dîtin.

Endamên Platforma Jinan a Dersimê û Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû serdana malbatê kirin û piştevanî dan.

MALBAT ÇALAKIYA XWE DIBE ENQEREYÊ

Malbatê ragihand ku ew ê 20’ê Çile li ber edliyeya Dersimê çalakiya xwe li dar bixin û pişt re jî biçin Enqereyê li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe bidomînin.