Lahor Şêx Cengî: Ji tişta ku bûyî Barzanî berpirs e, divê îstîfa bike

Lahor Şêx Cengî got piştî dagirkirina Kerkûkê divê Barzanî îstîfa bike, 31’ê Tîrmeha 1996’an bûyerên li Hewlêrê bi bîr anî û got: “PDK careke dî 31’ê Tebaxê bi Kurdan da jiyîn.”

Berpirse Ajansa Zanîn û Parastinê ya Herêma Kurdistanê Lahor Şêx Cengî tiştên ku li Kerkûkê bûn ji KurdSat Newsê re nirxand.

Cengî tiştên ku li Kerkûkê bûne nirxand, rexneyên tund li Mesûd Barzanî kir û got:

‘’Em dema ku bi şer û parastina Kerkûkê ve mijûl bûn, hin qenelan nûçeyên derew diweşand. Hêzê pêşmerge yên ku parastina Kerkûkê dikirin hevpar bûn. YNK û PKD bi hev re bûn. Hêzên hevpar bûn ku bi ser Wezareta Pêşmerge ve bûn. Ez jî berpirsê hêza 70. bûm. Mesût Barzanî pêşengê hêzên leşkerî bi xwe bû. Hemû tevger û çalakiyên hêzên pêşmerge bi fermana Mesûd Barzanî dibin.

Kerkûk berdêla vê referandûma seqet dide. Ti bingehê referandûmê nebû. Referandûm tenê ji bo ku Kerkûk ji dest YNK’ê were standin hate kirin. PDK’ê îro careke dî 31’ê Tebaxê bi Kurdan da jiyîn.”

 ‘BARZANÎ DIVÊ ÎSTÎFA BIKE’

Cengî j itiştên ku bûyin Mesût Barzanî berpirs dît û got: ‘’Mesût Barzanî garantî dabû ku hemû dinya destekê dide referandûmê. Lê niha em dibînin ku ti welatî destek nedaye. Mesût Barzanî diviya li Kerkûkê ba û parastina rûmeta Kerkûkê bikira.”

31’Ê TÎRMEHA 1996’AN ÇI BÛBÛ?

31’ê Tîrmeha 1996’an PDK’ê di dema rejîma Beas de bi artêşa Iraqê re li hev kir û li dijî YNK’ê kete Hewlêrê. Seddam Hisên ku bi Enfalan 182 hezar Kurd kuştî, bi vexwendina PDK’ê, bi tang û topan, çekên giran kete Hewlêrê. Piştî şer PDK’ê kontrola Hewlêrê ji YNK’ê stand.