Xalid ê Kurdistanî dema şewata li gund divemirand rehmet kir
Kurdistaniyê bi navê Xalid Ebdurehman Şemseddîn ê dema dixweste şewata di encama bomberdûmana balafirên şer de li gund derketî vemirîne, rehmet kir.
Kurdistaniyê bi navê Xalid Ebdurehman Şemseddîn ê dema dixweste şewata di encama bomberdûmana balafirên şer de li gund derketî vemirîne, rehmet kir.
Di encama vemirandina şewatê de ku ji ber bomberdûmanên dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê derketibû, Kurdistaniyek jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker îro gundê Kanî Mezin ê Başûrê Kurdistanê kir hedef.
Balafiran gund bombe kir, li gund şewat derket. Kurdistaniyê bi navê Xalid Ebdurehman Şemseddîn ê dema şewat vedimiran, jiyana xwe ji dest da.