Kurdistan li dijî faşîzmê Newroz bi coş pîroz kirin

Li Wan, Îdîr, Agirî, Qers, Colemêrg, Mûş û Tatwanê gelê Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê de hatin ba hev.

WAN

Newroza ku li Wanê bi tevlîbûna hezran hate pîrozkirin, piştî stranên Koma Çiya û şûnde bi dawî bû. Li qadê ya ku ji sibehê ta saetên şevê qirkirina dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrînê re kêm nebû, li gorî Newrozên sala borî asta coşa gel her ku çû zêde dibû.

Bi dawîbûna pîrozbahiya Newrozê re gel bi dirûşman ji qadê belav bûn. Piştî belavbûna gel a ji qadê Hevserokê DBP’ê yê bajêr Okkeş Kawa û 11 kes hatin binçavkirin.

AGIRÎ

Bi hezaran kes tevlî Newroza li Geraca Şaredariyê ya Agiriyê hate lidarxistin bûn. Polîsan rê nedan zarokên ku di temenê 15 salî ku bê dê û bavên wan li gel bikevin qada Newrozê. Zarokên ku rênedan bikevin qadên li pişt benda Newroz pîroz kirin.

Parlemetera HDP’ê ya Agiriy Dîlan Dirayet Taşdemîr, Endamê MYK’ê yê HDP’ê Kemal Pekgoz, hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û naçveyan, nûnerê KCD Hasan Yenîgun û hevşaredarên Bazîdê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Koma gel a qelebalix ku ji Bazîdê hatin bi dirûşim û tilîliyan ketin qada Newrozê. Li qadê bê navber dirûşmên “Newroz Pîroz be” hate qîrkirin. Polîsan dem bi dem ciwanên ku sembola azadiyê tiliyên xwe bilind dikirin xwestin asteng bikin. Li ser vê yekê ciwanek hate derbkirin û binçavkirin. Di vê navberê de alozî derket, ev alozî li ser axaftina Komîteya Amadekariyê hate rawestandin.

Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde destpê kir. Piştre jî peyamên hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên Kurd ên din ên girtî hate xwendin.

Di pîrozbahiyê de Parlemetera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, nûnerê KCD Hasan Yenîgun, axivîn.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin, pîrozbahî bi muzîkên Hozan Adil Şêrzat ve bi dawî bû.

ÎDIR

Li Îdirê jî Azerî, Kurd, Tirk û Tirkmenên li herêmê dijîn li Qada Newrozê li hev civiyan. Tevî hemû astengiyan hemû pêkhate li qada Newrozê kom bûn. Bi kombûna hemû pêkhateyan ya li qadê agirê Newrozê hate pêkirin.

Jinên ku bi cilên renga reng û gelerî li xwe kiribûn, qada Newrozê xemilandin.

Ciwanên li qadê jî bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Berxwedana Efrînê silav kirin. Her wiha nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Li derdorî agirê Newrozê yê ji aliyê Parlemeterê HDP’ê Mehmet Alî Atalan, Hevşaredarê Îdirê Murat Yikit, rêveberên HDP û DBP’ê ve hate pêxistin û şûnde govend hate gerandin.

Di Newrozê de Hevşarêdarê Îdirê Mûrat Yikit û Parlemeterê Mêrdînê Mehmet Alî Atakan axivîn.

Hunermed Xecê ya ku piştî axaftina derket ser dikê, bi staranê gotin coşa gel zêde kir. Cejna Newrozê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

QERS

Li Qersê jî bi sedan kes ji bo pîrozkirina Newrozê di saetên zû yên sibê de berê xwedan qada li ser rêya Cumhuryetê. Li qada Newrozê pankarta ‘Newroz Pîroz be’ û alên HDP û DBP’ê hatin xemilandin.

Pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdê şoreşê ve destpê kir û şûnde bernameya pîrozbahiyê destpê kir. Di pîrozbahiyê de hevserokêHDP’ê ya bajêr Kerem Savci, Parlemeterê HDP’ê yê Izmîrê Muslum Dotan, axivîn.

Piştî axaftinên hatin kirin, bi pêkirina agirê Newrozê re gel govend gerandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.

COLEMÊRG

Bi tevlîbûna hezaran kesî li navenda bajarê Colemêrgê Newroz hate pîrozkirin. Li Qada Newrozê dirûşma “Bijî Berxwedana Efîrnê” kêm nebû. Welatiyên bajarê yên di saetên sibê de hatin ba hev heta saetên şevê coşa xwe domandin.

Li qadê li ser navê Komîteya Amadekar, parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axivî û Newroz gel pîroz kir. Di vê navberê de gel bi yek dengî dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.

Piştî axaftina Akdoan û şûnde pîrozbahiya Newrozê bi stranên Hozan Ersîn û govendê bi dawî bû.

MÛŞ

Li Mûşê jî li Qada Otogarê Newroz hate pîrozkirin. Gel ji bo pîrozkirina Newrozê di saetên sibê de herikîn qadê. Bi destpêkirina bernameyê û pêkirina agirê Newrozê re gel govend gerandin.

Newroz, bi derketina ser dikê ya koma Dengê Jinên Azad û hunermendên herêmî re bi dawî bû.

TETWAN

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî Newroz li Qada Fuara Tetwanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de asta nerazîbûna li dijî dagirkirina Efîrnê pir bilind bû.

Di pîrozbahiyê de Parlemeterê HDP’ê yê Bidlîsê Celadet Gaydali û Mizgîn Irgat axivîn. Di axaftina de bal kişandin ser dagirkeriya li Efrînê tê kirin û gotin: “Çi dikin bila bikin gelê me stû xwar nake, wê îro jî xwar neke.

Polîsan li vir jî ketin nava provakasyonan, bi taybet bi derketina ser dikê ya Kemalê Amadê re hewldanên provakasyonan hê zêdetir bûn.