Kurdên li Rûsyayê li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê rabûn

Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê, lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryarên bi vî rengî yên bêyî erêkirin û tevlîkirina Êzidiyan tên wateya tunekirina îradeya Êzidiyan.

Bi navê Kurdên li Rûsya û Civata Dewletên Yekbûyî; Yekîtiya Saziyên Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdan a li Federasyona Rûsyayê, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî û Yekîtiya Êzidiyên li Rûsyayê Êzdîxanê daxuyaniyeke hevpar dan.

Saziyan, peymana hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê ya li ser Şengalê red kirin û destnîşan kirin ku peymanên bi vî rengî derbasdar nînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin Rêveberiya Şengalê li derveyî peymanê hatiye hiştin û bi vî rengî statuya Şengalê ya beriya komkujiya 2014'an jinûve tê ferzkirin.

Saziyan destnîşan kirin ku Kurdên li Rûsyayê jî ji vê peymanê nerazî ne û destnîşan dikin ku yên ku li ser Êzidiyan xwedî mafê gotinê ne, nûnerên civaka Êzidî ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Saziyên Kurdan ên temsîla Kurdên li Rûsyayê dikin, vê peymanê weke dewama komployê, dewama komkujiyên ku heta niha hatine kirin dibînin. Armanca vê planê tunekirina rêveberiya xweser a Şengalê ye, dewama polîtîkayên tunekirinê yên li dijî civaka Êzidî ye. Civaka Êzidî ya li Rûsyayê peymanên bi vî rengî qebûl nakin û vê peymanê weke hewldanek ji bo pêşîgirtina li vegera Şengaliyan dibîne."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şengal navenda Êzidxanê ye û hate gotin, "Bi girêdana Şengalê bi hikumeta Iraqê ve dixwazin ji destê rêveberiya xweser a Êzidiyan derxînin û bi vî rengî Êzidiyan di nava komkujiyan de bihêlin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi navê civaka Êzidî ya li Rûsyayê wê peymanên bi vî rengî ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li dij têbikoşin.

Di serî de gelê Kurd û civaka Êzidî ya li Rûsyayê bang li Rûsya û saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber peymanên bi vî rengî rabin û helwesta xwe nîşan bidin.