Kujerên Enes û Mahsûm tên parastin

Rûniştina doza têkildarî zarokên bi navê Enes Ata û Mahsûm Mizrak ên li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, hate destpêkirin.

Runiştina doza zarokên bi navê Enes Ata û Mahsûm Mizrak ên piştî merasîma cenazeyê 4 gerîlayên HPG’ê yên ku di 28’ê Adara 2006’an li Amedê pêk hat û şûn de, di encama bombeyên gazê yên ji aliyê 3 polîsên tîmên taybet ve ku li serê wan ketin, jiyana xwe ji dest da, li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Agirêyê hate destpêkirin. Rûniştina ku polîsên kujer neamade bûn, parêzerê wan cih girtin.

Bavê Enes Ata Selamettîn Ata, dayika Mahsûm Mirzrak Besîre Mizrak li gel bav wî Hasan Mizrak û parêzerê wan di rûniştinê de amade bûn .

PARÊZER YAVÛZ: DIXWAZIN SERÊ BÛYERÊ BINIXÛMÎNIN

Parêzerê malbata Mizrak Bariş Yavûz di parastinê de diyar kir ku di tevahiya dozê de kujer tên parastin, wiha pêde çû:

 “Di nivîsa Midûriyeta Polîsan a Amedê ya di 16.05.2007'an de hat weşandin got bombeya gazê û çek li ser 3 polisan hatiye zîmetkirin. Disa di serdemê dadgehê de 3 çekên cuda dane 3 polisan. Ji aliyê polîsan ve besûc têzanîn. Lê bi daxuyaniya da ser rastiyê hat girtin. Di pêvajoya windakirina delîlan de polîsên ku li Midûryeta Emniyetê ya Amedê li ser erkê bûn. Di nivîsa di dîroka 16.05.2007’an de dixwazin bizanin ku çawa gihiştiye wê encamê, dixwazin ji emniyetê pirs bikin. Alavên ku polîsên ji bajarên derdor hatîn li gel xwe anîn, cihên ku bi cih kirine, personelên ku çek bikar anîn û çiqas bi kar anîne û di maijara vegerandinê de divê bê lêkolînkirin.

Heyeta dadgehê, ji bo kêmaniyên di dostayê de bê tememkirin, doz taloqî 3’yê Cotmehê hate kirin. Daxwaza parêzeran jî bi piraniya dengan red kir.