Kûçikên polîsan êrîşî maliyan kirin

Polîsên Tirk li Kayapinarê bi ser mala Faris Turk de girtin, kûçikên polîsan bi ser maliyan de girtin.

Polîsên Tirk ên ku li Peyasê deriyê mala welatiyê bi navê Faris Turk şikandin û ser malê de girtin, bi kuçikan êrîş birin ser maliyan.

Li taxa Dîcleket a navçeya Peyasê ya Amedê, polîsên Tirk bi ser mala welatiyê bi navê Faris Turk de girtin. Polîsên ku saet 05.00’ê sibê, deriye malê şikandin û ketin hundirê malê, bi kuçikan êrîşî maliyan kirin. Polîsên ku kuçik berdan maliyan, Faris û hevjîna wî Hanim Turk îşkence kirin. Niştecihên avahiyê, bi dengê kuçikan û qîrîniya 2 zarokên malbata Turk hişyar bûn.

Polîsan piştî ku mal serh kirin Faris Turk destgîr kirin. Di lêgerîna malê de, polîsan dest danîn ser hin pirtûkan. Diyar bû ku Turk birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Her wiha hat diyar kirin ku li bajêr polîsan bi ser gelek malan de girtine û gelek kes destgîr kirin.

NE CARA PÊŞÎ YE

Polîsan di 26’ê Hezîranê de, di dema serdegirtina mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de jî, bi kuçik êrîşî wê kiribûn û îşkence lê kirib