Krîza aboriyê turîzim û bazirganî têk bir

Li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aboriyê her ku diçe kûr dibe. Li bajarê qedîm ê Kurdistanê Rihayê ku weke bajarê turîzmê ye, ji ber krîza aboriyê karsazên herêmê ber bi têkçûnê ve ne.

Li herêmê rojavayê Firatê bajarê qedîm ê Kurdistanê Dîlok û Riha ku weke bajarên bazirganî û turîzmê tên binav kirin, ji ber kirîza aboriyê baziraganî û turîzim têk diçe. Bajarê qedîm Riha bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî, her sal gelek turîstên biyanî û herêmî dikşîne. Karsazên li herêmê li hemberî krîza aboriyê bi bertekîn û diyar kirin ku divê demildest Rewşa Awarte û krîza aboriyê ji holê rabe.

LI RIHAYÊ TURÎZIM TÊKÇÛYE

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên AKP û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên li hindir û ji derveyî welat krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Bajarên ku herî zêde bandora xwe lê dike jî bajarê bazirganî û turîzmê Dîlok û Riha ye. Bazirganên herêmê da xuyakirin ku îsal rewşa kirin û firotinê gelek xirab e û gotin, em hêvîdikin îsal rewşa bazirganiyê baş bibe û dawî li Rewşa Awarte bê.

‘BANDORÊ LI 15 BAJARÊN KURDISTANÊ DIKE’

Mustafa Erhan ê karê turîzmê dike da zanîn ku ji ber krîza aboriyê ya li herêmê herî zêde 15 bajarên Kurdistanê yên weke Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Dîlok, Riha, Semsûr, Gurgum, Meletî, Dêrsim û hwd, jê bandor dibin.

‘TURÎST NAYÊN HERÊMÊ’

Erhan diyar kir ku heger ev rewş bidome esnafê dê li herêmê derabeyên xwe bînin xwarê û wiha got: “Ji ber polîtîkayên hikûmetê li herêmê krîzek aborî û siyasî ya kûr heye. L Rihayê nêzî 30 esnafan dikanên xwe girtine û nikarin esnaftiyê bikin. Riha bajarek turîzmê ye lê ji ber rewşa Awarte û polîtîkayên herêmê ti turîst nayên bajêr. Em bang li rayedaran dikin ku dawiyê li Rewşa Awarte bînin û ji bo herêm vegere rojên xwe yên berê bikevin dewrê.”