Kosret Resûl: Em ê Kerkûkê biparêzin

Kosret Resûl diyar kir, ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin û got, "Em naxwazin pêşengiyê ji şer re bikin, lê belê em ê xwe biparêzin."

Alîkarê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Kosret Resûl diyar kir, ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin û got, "Em ê bi ti awayî êrîş nekin. Em naxwazin pêşengiyê ji şer re bikin, lê em ê xwe biparêzin."

Kosret Resûl bang li gelê Kerkûkê kir, ku alîkariyê bide hêzên ewlekariyê û got, "Ancax bi vî rengî em dikarin navenda bajarê Kerkûkê baştir biparêzin."

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî, tevî hêzek ji pêşmergeyan li Kerkûkê ye.