Koordînasyona KJK'ê ji bo karên neteweyî bang kir

Koordînasyona KJK'ê, li ser bûyerên dawî yên siyasî nêrîna xwe ragihand û ji bo karên neteweyî bang kir.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, ku bi bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin re li herêmê serdemeke nû dest pê kiriye.

Di belgeya KJK'ê de hat ragihandin, ku divê karaktera serdema heyî ji aliyê gel ve bi xurtî bê fêhmkirin û hat destnîşankirin, ku li gel fêhmkirina serdemê gelekî girîng e ku li ser bingeha sîstema Konfederal Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya sîstema Konfederal Demokratîk û modela Neteweya Demokratîk de eger asteke xurt a pratîkê û îradeya vê yekê bê nîşandan, gelê Kurd wê ji bo azadiyê firsendên mezin bi dest bixe."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Kerkûkê qewimîn, rastiya modela neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast kiriye, ku li hemberî netewe dewletê weke alternatîf pêşkêş kiriye.

Hat gotin, "Her wiha mafdariya nêrînên Rêberê me jî piştrast bûye, ku dixwest bi lezgînî yekîtiya neteweyî ya Kurd bê avakirin, di serî de Kerkûk û Şengal herêma navîn xwe bi modela xweseriya demokratîk û xweparastinê bi rêxistin bike.

Bi vî rengî careke din eşkere bûye, ku eger Kurd li ser bingeha nêrînên Rêber Apo xweparastin û siyaseteke aqilane, xwedî însiyatîf û yekîtiyê bimeşîne, wê serketinên mezin bi dest bixin."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku çareseriya pirsgirêka Kurd yekser bandorê li paşeroja bawerî û gelên herêmê dike û got, "Di vê çarçoveyê de rewşa Rêberê me, stratejîk e. Bandorê ne tenê li Kurdan dike, her wiha li hemû jinan û gelan dike."

Koordînasyona KJK'ê da zanîn, ku hemû bûyerên li Kurdistanê diqewimin bandorê li hev dikin û wiha dewam kir: "Plansazî û êrîşa cidî ya li dijî gelê Kurd, 5'ê Nîsana 2015'an bi qutkirina hevdîtina Rêber Apo, bidawîkirina pêvajoya muzakereyê û operasyonên siyasî û leşkerî yên lih emberî gelê Kurd û PKK'ê li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin. Her wiha, weşandina nûçeyên li ser rewşa Rêberê me di dema dawî de, mijareke balkêş e. Ji bûyerên dawî yên li Kerkûkê jî careke din eşkere bû, ku her êrîşa li hemberî tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêberê me, yekser êrîşa li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, pêngava me ya ji bo azadî, tenduristî û jiyana Rêberê me hê jî rojeva me ya bingehîn e. Lewma ev pêngav bi xurtî tê meşandin."

Koordînasyona KJK'ê da zanîn, ku pêvajoya referandûma Başûrê Kurdistanê ya 25'ê Îlona 2017'an mîna lîstikekê ketiye rojevê û got, "Li gel îtirazên xurt ên hundir û derve, referandûm hate kirin. Piştî vê jî, dewletên Tirkiye, Îran, Iraqê encama referandûmê ji xwe re kirin bahane û 15'ê Cotmeha 2017'an di serî de Kerkûk herêmên Kurdan ên dikevin ber 'Xala 140.' bi erêkirina DYA û tiafqa qirêj a PDK-YNK'ê radestî artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî kirin. PDK-YNK ku desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê di nava xwe de par ve kirine, ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî yên teng, gelê Kurd ji nedîtî ve hatin û ketin nava helwesteke ku xiyanetê li gel dike. Ev herêm radestî hikumeta Iraqê kirin."

'DIVÊ GELÊ ME TEDBÎRÊN XWE BIGIRE Û LI CIH Û WARÊN XWE VEGERE'

Koordînasyona KJK'ê, dagirkirina Kerkûk, Xaneqîn, Tûzxurmato, Şengal, Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ve bi tundî şermezar kir û ev bang li gelê Kurd ê li herêmên navborî kir: "Em, polîtîkayên ku koça gelê Kurd ji bajarên xwe teşwîq dike, şermezar dikin. Gelê me, li gorî şert û mercan, divê tedbîrên xweparastinê bigire û vegere cih û warên xwe. Bajarên Kurdistanê bi taybetî Kerkûk, Xaneqîn, Tûzxûrmato divê ti carî neyên valakirin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li mirovên ji herêmên şer lê diqewimin koç kirine xwedî derkeve û alîkariyê bi wan re bike.

Em careke din dibêjin; îdîa, hêvî û têkoşîna azadiyê ya jin û gelê Kurd wê ti carî qels nebin. Di dîrokê de gelek caran komkujî û qirkirin li gelê Kurd hate kirin. Lê belê her tim li ser bingeha berxwedanê têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê dewam kir.

Weke tevgera jinan a Apoyî em dibêjin ku timî li cem gelê xwe ne û li ser vê bingehê em ê li dijî dijminên gelê Kurd û gelan li ber xwe bidin û helwesta azadiyê nîşan bidin."

BÛYERÊN LI KERKÛKÊ QEWIMÎN JI BO DERBÊ LI HESTÊN AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ YÊ GELÊ ME BÊ XISTIN, HATIN PLANKIRIN

Di dewama daxuyaniya xwe de Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku bûyerên li Kerkûk û herêmên derdorê qewimîn, ji bo derb li hestên azadî û serxwebûnê yê gelê Kurd bê xistin, ji bo bê bawerî bê afirandin û gel ji van herêman bên koçberkirin hatine plankirin.

KJK'ê diyar kir, ku ketina dewleta Tirk li nava Îdlibê û peyama bi vê yekê re tê xwestin ji Efrîn û tevahiya Rojava re bê dayin, xwedî heman naverokê ye û got, "Li Rojhilatê Kurdistanê jî zêdebûna polîtîkayên zextê, darvekirin, kuştina kolberên Kurd li ser sînor û zêdebûna polîtîkayên destdirêjî û qirêj ên li dijî jinên Kurd, bi heman armancê ne."

KJK'ê ragihand, di sedsala 21'ê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, nayê xwestin ku Kurd bibin xwedî statu, nasname û welatê xwe û destnışan kir, ku statuya koledariyê li ser Kurdan û jinan tê ferzkirin.

KJK'ê bi bîr xist, ku bi qedandina pêngava Reqayê re ev polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd zêde bûne û diyar kir, ku bi rêya vê yekê hewl tê dayin pêşî li federasyona demokratîk a bakurê Sûriyeyê û bicihhatina modela konfederalîzma demokratîk were girtin.

'RIZGARIYA RASTEQÎN DI MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK DE YE'

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku rizgariya rasteqîn a gelê Kurd di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk, Xweseriya Demokratîk û Modela Neteweya Demokratrîk de avakirina xwerêveberî û xweparastinê ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi rizgarkirina Reqayê re pêvajoya nû ya li Rojava dest pê kir wê lezê bide avakirna konfederalîzma demokratîk. Modela Rojava, cihê pratîkbûna modela neteweya demokratîk e. Li ser vê bingehê, sîstema konfederalîzma demokratîk a li Rojava, li dijî modela netewe dewletê, bicihhatina sîstemeke alternatîf a nû ya azadiya gelan e."

KJK'ê destnîşan kir, ku ji bo konfederalîzma demokratîk li tevahiya Kurdistanê bi cih bê, ew ê bih emû hêza xwe bixebitin û da zanîn, ku KJK hêza pêşeng a avakirina modela neteweya demokratîk û rêxistinbûna konfederal a demokratîk e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê bingehê, encama ku ji bûyerên li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê qewimîn derkete holê ev e; azadî û serxwebûna gelan nabe ku weke avakirina dewletê bê dîtin. Avakirina modela dewletê, di bingeha xwe de tê wateya talankirina gelan, baweriyan û civakê. Dema ku mirov li polîtîkayên dewletên li Rojhilata Navîn li dijî civakên xwe dimeşînin dinerin, ev rewş bi zelalî tê dîtin."

KJK'ê diyar kir, ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê qewimîn, têkçûna feraseta desthilatdarîparêz û dewletparêziyê ye û got, "Divê gelê me bi vî rengî li rewşê binere. Hê bi xurtî berê xwe bide çareseriya konfederalîzma demokratîk a li dora nêrînên Rêber Apo. Sîstema ku gelê me, gelan, bawerî û jinan azad bike, sîstema konfederal a demokratîk e. Modela me ya neteweya demokratîk e."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd dixwaze di nava jiyan û sîstemeke azadîparêz, wekhev û demokratîk de bijî û ev daxwaz mafdar û rast e.

DEWLETÊN TIRKIYE, ÎRAN, IRAQ BÛN YEK, EM ÇIMA NABIN YEK?

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser yekbûna dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê li dijî destketiyên Kurdan û ev pirs hate kirin, "Baş e em Kurd, jin, çima yekîtiya xwe ya neteweyî pêk nînin?"

KJK'ê da xuyakirin, ku heta partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê nebin yek û xebatên yekîtiya neteweyî li tevahiya Kurdistanê neyên birêxistinkirin, Kurd wê ji polîtîkayên qirkirinê rizgar nebin û got, "Heta ku yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê pêk neyê, ti cih wê ji bo Kurdan ewle nebe. Bi taybetî jî wê xeterî li ser Hewlêr û Silêmanî hebe."

Di vê çarçoveyê de KJK'ê bang li PDK-YNK, hemû partiyên Başûrê Kurdistanê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku hê bi cidî û berpirsyarî li ser pêkhatina kongreya neteweyî bisekinin û got, "Li dijî dewletên Iraq, Îran û Tirkiyeyê bi yekîtiya neteweyî û xweparastinê em dikarin bisekinin."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ya gelên herêmê hevgirtî ne û got, "Ev ji hev qut nabin. Ewlehî û azadiya Hewlêr û Silêmanî bi azadiya Rojava, Bakur, Rojhilat û Şengalê dibe.

Lewma hemû hêzên Kurdistanî divê bi vê hesasiyetê tevbigerin û ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî bi berpirsyarî rabin.

Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoyê de pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurd, yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd gelekî girîng e."

KJK'ê bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan kir, ku yekîtiya neteweyî ava bikin.

Her wiha ji bo pêkhatina 3. konfearnsa neteweyî ya jinên Kurd jî bang li hemû rêxistinên jinan hate kirin ku hê hesas û bi berpirsyarî tevbigerin û xwedî lê derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşanjkirin, ku projeya neteweya demokratîk projeya jiyana azad û bi hev re ya gelan, baweriyan û jinan e û hat gotin, birîn û êşên gelê me bi sîstemeke azadîparêz dikare bê pêçandin.

KJK'ê diyar kir ku wê bi berpirsyariyeke mezin tevlî vî karî û vê pêvajoyê bibin.