Konsepta qirkirina Kurdan a dewleta Tirk -2

Şerê li dijî Kurdan ê dewleta Tirk, ku li şûna çareseriyê, qirkirina siyasî danî pêşiya xwe, 5 sal li pey xwe hişt. Di vî şerî de ku di salvegera Lozanê de 24'ê Tîrmeha 2015'an hate destpêkirin, gelê Kurd bi rengekî bêhempa li ber xwe da.

Beriya 5 salan dewleta Tirk dawî li pêvajoya çareseriyê anî ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi deklarasyona 2013'an hatibû destpêkirin. Bi bidawîkirina vê pêvajoyê re li dijî Kurdan dest bi şerekî topyekûn kir.

Di beşa destpêkê ya dosyaya xwe de em li ser rê û rêbazên destpêkirina pêvajoya çareseriyê, gavên di 'pêvajoya çareseriyê' de hatin avêtin û şêweyê têkbirina 'pêvajoya çareseriyê' rawestiyan.

Di vê beşê de jî wê 5 salên şerê topyekûn ê li dijî Kurdan bê nirxandin, ku dewleta Tirk di salvegera Peymana Lozanê de 24'ê Tîrmeha 2015'an dest pê kiribû.

ŞOREŞA ROJAVA Û SERKETINA HDP'Ê

Bêguman dewleta Tirk bi çavê 'jihevxistin' û gelê Kurd jî bi feraseta 'çareseriyê' nêzî vê pêvajoyê dibû. Di têkçûna vê pêvajoyê de du faktorên diyarker hebûn. Yek ji wan; Şoreşa Rojava ya duyemîn jî serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bû.

Ji xwe aqlê serdest ê dewleta Tirk, çawa ku di herikîna dîrokê de dema ku lawaz bû xwe dispart Kurdan û dema ku xurt bû hewl da Kurdan tasfiye bike, li pêşberî şoreşa Rojava û serketina HDP'ê jî bi heman rengî tevgeriya.

Bi taybetî; bandora şerê Kobanê ya li cîhanê û bala hêzên navneteweyî ya li ser berxwedana Kurdan, bandor li biryara tasfiyeyê ya dewleta Tirk kirin.

PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WEKE 'PÊVAJOYA AMADEKARIYA JI ŞER RE' NIRXANDIN

Di navbera salên 2013-2014'an de ku hingî pêvajoya bi navê 'pêvajoya çareseriyê' bi rê ve diçû, Wezareta Parastina Milî ya Tirk tenê li Kurdistanê bi maliyeta 1 milyar û 455 milyon û 710 hezar û 262 TL'î  341 qereqol û kalekolên nû çêkir. Vê yekê nêta dewleta Tirk radixist pêş çavan.

Di Îlona 2014'an de ku şerê Kobanê dewam kir, Erdogan li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku weke eniya paş a DAÎŞ'ê dihate naskirin axivî. Erdogan digot, 'Kobanê li ber ketinê ye' ku ev gotinên wî li Bakurê Kurdistanê baweriya bi çareseriyê têk biribû.

PLANA ÇALAKIYÊ YA SERÎTEWANDINÊ

Serhildanên 6-8'ê Cotmehê yên li ser vê yekê li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, işaret bi serdemeke nû dikirin. Dewleta Tirk jî di 30'ê Cotmeha 2014'an decivîna herî demdirêj a MGK'ê pêk anî û li dijî Kurdan Plana Çalakiyê ya Serîtewandinê qebûl kir.

Di wê civîna MGK'ê de biryara şer bi vî rengî hatibû formulekirin: "Pêvajoya çareseriyê ku di çarçoveya têkoşîna piralî ya dijî terorê de tê meşandin hate nirxandin û li dijî bûyerên provokatîf ên ji bo têkbirina aramî û atmosfera erênî ya ji ber pêvajoyê afiriye, biryardarî di mijara parastina ewlehî û sîstema cemaweriyê de hatiye destnîşankirin."

ÎNKARKIRINA LIHEVKIRINA DOLMABAHÇEYÊ

Lê belê tevî vê yekê, bi lawazî jî be pêvajoyê dewam kir û bi Lihevkirina Dolmabahçeyê re ku 28'ê Sibata 2015'an hate xwendin, nîşaneyên destpêkirina qonaxeke nû eşkere dibû.

Piştî ku metna lihevkirinê hate eşkerekirin, Erdogan digot, "Daxuyaniyeke ku em bi hesreta wê bûn." Lê belê piştre got, "Çareserî nîne, mase nîne, aliyên li dora maseyê nîne." Tevî vê yekê jî gelê Kurd israra xwe ya jib o çareseriyê dewam kir.

Di 21'ê Gulana 2015'an de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan digot, "Eger HDP ji bendê derbas bibe, AK Partî lawaz bibe wê pêvajoya çareseriyê li holê nemîne."

DEWLETA TIRK ŞER WEKE ÇARESERÎ DÎT

Hilbiljartinên 7'ê Hezîranê di nava zext û êrişên giran de pêk hat. HDP'ê di hilbijartinê de 13.1 ji sedî yê dengan wergirt û 80 wekîl şand parlamentê.

Bi gotineke din li Kobanê daxwaza Erdogan pêk nehatibû û şoreş bi ser ketibû. Li aliyê din jî HDP ji benda hilbijartinê derbas bûbû û partiya Erdogan bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdar.

Di 8'ê Hezîrana 2015'an de Alîkarê wê demê yê Serokwezîr Yalçin Akdogan got, "HDP wê êdî ji niha û pê ve karibe tenê fîlmê pêvajoya çareseriyê bikişîne". Bi van gotinên xwe mikur hatibû ku AKP û dewletê berê xwe careke din dane şer.

KOALÎSYONA ŞER HATE AVAKIRIN

Piştî hilbijartinê Erdogan ferman da partiya xwe ku ji bo avakirina hikumeteke hilbijartinê ya dest bi hevdîtinan bike. Wî bi xwe jî li Enqereyê dest bi lêgerîna li tifaqa şerê li dijî Kurdan kir.

Erdogan ku piştî hilbijartinê bi hefteyekê li holê xuya nedikir, bi nûnerên dewleta kûr; Denîz Baykal, generalên berê, Tansû Çîller, Mehmet Agar û Dogû Perînçek re ji bo şerê li dijî Kurdan hevdîtinên koalîsyonê dikir.

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên sosyalîst ên ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi rê ketin, li Pirsûsê bûn hedefa bombeya AKP-DAÎŞ'ê, ku vê yekê pêvajoya ji niha û pê ve nîşan dida.

Piştî 2 rojan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs li mala xwe mirî hatin dîtin û medya AKP'ê ev bûyer bi gotina 'Bûyera ku pêvajoya çareseriyê qedand' pêşkêş kir. Tevî ku eşkere bû ku ev bûyer encameke şerê desthilatdariyê yê navbera AKP'ê û hevkarê wî Fethûllah Gulen e, hîn jî di vê derewa xwe de israr kirin.

ÊRIŞÊN 24'Ê TÎRMEHÊ

Di şeva 23-24'ê Tîrmehê de bi dehan balafirên şer ên Tirk êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Piştî vê bombardûmanê HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku "êdî wateya agirbestê nemaye" û bi rengekî fermî ragihand ku agirbest bi dawî bûye.

Piştî 24'ê Tîrmehê Erdogan û bermahiyên dewleta kûr ku hevalbendên wî yên nû bûn, ji bo qirkirina Kurdan dest bi êrişê kirin. Di salên 1990'î de gundên Kurdan dihatin şewitandin û hilweşandin. Vê carê jî êriş li ser bajarên Kurdan bû.

DIRÛŞMA DEMÊ: MIRIN JI KURDAN RE!

Lê belê li aliyekî jî amadekarî ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hebûn. Erdogan di hilbijartinên berê hemûyan de bi rengekî yekser an jî neyekser daxwaza agirbestê ji PKK'ê dikir, lê belê vê carê îqna bûbû ku wê sindoqên hilbijartinê bi xwînê dagire.

Beriya destpêkirina hilbijartinê diviyabû HDP bê bandor kiribûya. Li metropolên Tirkiyeyê agir berdan mal û kargehên Kurdan. Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê jî di nav de avahiyên HDP'ê bûn hedef.

Mîna 'Şeva Krîstal' ku sala 1938'an di destpêka Qirkirina Yahûdiyan de bi serkêşiya Naziyan mal û kargehên Yahûdiyan hatin talankirin, êriş dihatin kirin.

Li Mûglayê bi zorê peykerê Ataturk bi Kurdekî dan maçîkirin. Li Stenbolê jî komeke ku li Beşîktaşê li hev hate civandin dirûşma "Mirin ji Kurdan re" ku vê yekê ruhê serdema rejîma Erdogan nîşan dida.

LI PÊŞIYA KURDAN TENÊ BERXWEDAN MABÛ

Li dijî Kurdan şerekî topyekûn dest pê kiribû, lê belê beriya vê diviyabû hêzên demokrasiyê bihata tirsandin. Ji bo vê jî mîtînga aştiyê ya li Gara Trenê ya li Enqereyê bû hedefa bombeyên AKP-DAÎŞ'ê û 102 çalakgerên aştiyê hatin qetilkirin, bi sedan jî birîndar bûn.

Li hemberî van êrişên qirkirinê yên berfireh tenê tiştek li pêşiya Kurdan mabû. Mîna ku helbestvan digot, "Berxwedan e tenê para Kurdan, navekî din ê jiyanê berxwedan e..."

DESTPÊKA ŞERÊ NAVA BAJARAN

Di salvegera yekemîn a êrişên qirkirina Kurdan de Cizîr, Gever, Gimgim, Silopiya, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Dêrik, Farqîn û Sûr jî di nav de li 22 bajar û navçeyan Kurdan bi xwerêveberî û xweparastinê bersiv dan dewleta Tirk.

Di Tebaxa 2015'an de bi navê qedexeya derketina derve bajar hatin dorpêçkirin. Berxwedana ku li dijî vê yekê hate nîşandan heta Tîrmeha 2016'an dewam kir.

Di van êrişên qirkirinê de ku çekên NATO'yê hemû hatin ceribandin, jin û zarok jî di nav de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, mirov bi rengekî zindî li jêrzemînan hatin şewitandin, bajar hatin talankirin û wêrankirin.

BÎLANÇOYA ŞERÊ SALEKÊ

Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di qedexeya derketina derve de ya navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 16'ê Tebaxa 2016'an de "Li gorî agahiyên kêm ên gihîştin ber dest herî kêm 321 sivîlan jiyana xwe ji dest dan." Di raporê de hate ragihandin ku ji van kesan 79 jê zarok, 71 jê jin û 30 jê mirovên di ser 60 salî re bûn.

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TÎHV'ê, di qedexeya derketina derve û dorpêçiya salekê de zêdeyî 1.600 kesî jiyana xwe ji dest dan. TÎHV'ê destnîşan kir ku di vê demê de mafê jiyanê yê milyonek û 600 hezar kesî hate binpêkirin.

Li gorî daxuyaniya YPS'ê di navbera 24'ê Tîrmeha 2015'an û 23'ê Tîrmeha 2016'an de di şer de 2 hezar û 218 leşker, polîs û cerdevan hatin kuştin. Di şer de 363 endamên YPS û YPS-Jinê şehîd bûn.

SIYASETA 'KURDÊ HERÎ BAŞ KURDÊ MIRÎ YE'

Dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê heta vê demê jî weke karekî rûtîn e didomîne; destgîrkirin, girtin, êşkence, kuştina bêdaraz, ragihandina herêmên qedexekirî, qedexekirina Kurdî bûne çend ji rêbazên ji rêzê.

Serdestiya Tirk êdî siyaseta "Kurdên herî baş Kurdên mirî ne" li pey xwe hişt û êrişî goristanên Kurdan jî dike, hewl dide hiş û bîra civakî ji holê rake.

DARBEYA LI SIYASETA LEGAL Û QEYÛM

Dewleta Tirk ji bo HDP'ê bifetisîne, hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek parlamenterên HDP'î girt û wekîltiya wan betal kir.

Li 103 şaredariyên ku siyaseta Kurd di hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an de bi dest xist, li 96 ji wan qeyûm hatin tayînkirin. Ji 65 şaredariyên ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de bi dest xist, li 46 ji wan qeyûm hate danîn û mazbataya 6 şaredaran jî nedan wan.

KOALÎSYONA ŞER DERIZÎ!

Lê belê piştî şerê li bajaran, li nava bloka şer a Tirk vê carê şerê desthilatdariyê der bû. hewldana darbeyê ku hate îdîakirin di 15'ê Tîrmeha 2016'an de ji aliyê endamên Cemata Fethûllah Gulan ve hatiye kirin, ji bo rejîma Erdogan bû 'xêra xwedê'.

Di asta şerê dijî Kurdan de nebe jî tundiya rejîmê li Tirkiyeyê li dijî hin hêzên mûxalîf jî hate kirin.

Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de ku piştî "hewldana darbeyê" ya 15'ê Tîrmehê hatin amadekirin, Kurd û mûxalîfên li qada cemaweriyê yek bi yek hatin tasfiyekirin.

ERDOGAN BERÊ XWE DA COGRAFYA EREBAN

Di 24'ê Tebaxa 2016'an de dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan, berê xwe da cografya Ereban.

Neo-Osmaniyên ku di salvegera Lozanê de li dijî Kurdan şer ragihand, di salvgera şerê Mercîdabikê ya 24'ê Tebaxa 1516'an de berê xwe da cografya Ereban.

Dewleta Tirk bi operasyona bi navê "Mertala Firatê" bi DAÎŞ'ê re li hev kir û Cerablûs û Ezaz teslîm wergirt. Bi vî rengî şerê li dijî Kurdan derbasî nava Sûriyeyê kir.

Piştî referandûma serxwebûnê ya PDK'ê, dewleta Tirk sala 2017'an di ketina Kerkûkê de bi rola sereke tevgeriya. Weke beşek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan vê carê di sala 2018'an de berê xwe da Efrînê.

LI 3 PARÇEYAN ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN

Di salvegera 72'an a Komara Kurd a Mahabadê de di 20'ê Çileya 201('an de bi 72 balafirên şer dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê kir. Dewleta Tirk di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Ocalan de 9'ê Cotmeha 2019'an li dijî Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir.

Dewleta Tirk ku niha li Bakur, Başûr û Rojava li dijî Kurdan şer dike, bi heman rengî li dijî cografya Ereb jî di çarçoveya planên Osmaniya nû de êrişên dagirkeriyê ji Iraqê heta Sûriyeyê, ji Lîbyayê heta Yemenê didomîne.

GELÊ KURD BI RENGEKÎ BI RÛMET LI BER XWE DA

Dewleta Tirk ku piştî hevkarê wan DAÎŞ hate têkbirin yekser bi xwe daket qadê, di vê demê de derfetên xwe hemû pêşkêş kiriye û hewl dide Kurdan tasfiye bike.

Van êrişên xwe jî bi piştgiriya ji NATO û Rûsyayê dimeşîne. Li dijî van êrişan gelê Kurd çawa ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya, 5 sal in li hemberî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tİrk jî bi rengekî bêhempa li ber xwe dide.