Konsepta qirkirina Kurdan a dewleta Tirk -1

Şerê topyekûn ê ku dewleta Tirk di salvegera Lozanê de, 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî Kurdan ragihand, 5 sal in didome. Dewleta Tirk, ku her cara qels bû xwe spart Kurdan û her cara xurt bû hewl da Kurdan tasfiye bike, bi çi rengî dest bi vî şerî kir?

Beriya 5 salan dewleta Tirk dawî li pêvajoya çareseriyê anî ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi deklarasyona 2013'an hatibû destpêkirin. Bi bidawîkirina vê pêvajoyê re li dijî Kurdan dest bi şerekî topyekûn kir.

Dewleta Tirk bi serkêşiya koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê, nekarî xwe li Şoreşa Rojava û serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de ragire û di 24'ê Hezîrana 2015'an de dest bi êrişên topyekûn ên li dijî gelê Kurd kir.

DI SALVEGERA LOZANÊ DE DESTPÊKIRINA ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ

Dema ku şer dest pê kir manîdar e. Salvegera Peymana Lozanê ya 24'ê Tîrmeha 1923'an, ku peymana avabûna dewleta Tirk e. Yanî Peymana Lozanê ku dema dewleta Tirk hate avakirin, Kurd weke 'pêkhateya bingehîn' hate dîtin.

Di salvegera 92'an a Lozanê de çîna serdest a Tirk a kesk (AKP, Cemaet û hwd.) û çîna serdest a Tirk a spî yanî Gladyo (neteweperest, Ergenekonî, Kemalîst, MHP'î) dest dan hev û li dijî Kurdan dest bi şer kirin.

Halbûkî Tirkan sala 1071'ê de li Milazgirê pişta xwe spartibûn Kurdan û bi vî rengî karîbû bikeve nava xaka Anatoliyê. Yanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ku Osmanî bi rengekî fermî lê hilweşiya, Tirkan bi saya Kurdan karîbû li Anatoliyê bimînin.

POLÎTÎKAYA 'DEMA TU QELS BE XWE BISPÊRÊ, DEMA TU XURT BE BITEPISÎNE'

Bi gotineke din, dewleta Tirk dema ku qels bû bi Kurdan re tifaq kir, dema ku xwe bi hêz didît jî Kurd înkar kir, îmha kir û polîtîkaya asîmîlasyonê meşand.

Sala 2015'an bi taybetî bi serweriya polîtîkaya Neo-Osmanî re xwest ku hegemonya xwe li tevahiya herêmê ava bike. Ji bo vê jî li şûna ku tifaqê bi Kurdan re bike, şer ragihand.

Di navbera salên 2013-2015'an de ku weke salên pêvajoya çareseriyê tên bilêvkirin, polîtîkaya ku dewleta Tirk meşand ji aliyê dîrokî ve dişibin polîtîkaya dema navbera salên 1921 û 1924'an.

DUBAREBÛNA DÎROKÊ

Di dema şerê rizgariyê de Kazim Karabekîr telegrafekê ji Mûstafa Kemal re dişîne û dibêje, "Min dilê Kurdan bi biratiya ol xweş kir" û Kurdekî mîna Îsmet Înonu dişîne dora maseya Lozanê.

Rojên ku Lozan dihate îmzekirin, Mûstafa Kemal ji wekîlê Dersimê Hasan Hayrî Beg dixwaze ku kincên Kurdî li xwe bike û bi vî rengî bê meclîsê.

Lê belê piştî ku Lozan tê îmzekirin, destûra bingehîn a 1921'ê tê pûçkirin ku mafê Kurdan ewle dikir û di destûra bingehîn a 1924'an de Kurd tune tên hesibandin.

Kurdên ku li ber vê radibin, di serî de Hasan Hayrî Beg, sala 1925'an bi bahaneya serhildana Şêx Seîd tên qirkirin.

ŞERÊ ERDOGAN Ê KU 'WÊ HETA QIYAMETÊ BIDOME'

Piştî 90 salên bi înkar, tunekirin û asîmîlasyonê derbas bûn, di pêvajoya çareseriyê de ya ji aliyê Ocalan ve sala 2013'an hate destpêkirin, derfetên sererastkirinê hebûn.

Lê belê serkêşên nû yên dewleta Tirk, çawa ku pêşiyên wan piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tifaqa Kurd û Tirkan tune hesibandin, wan jî Lihevkirina Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibata 2015'an tune hesibandin, maseya çareseriyê qelibandin û dest bi şerê dijî Kurdan kirin.

Erdogan wê demê got, "Têkoşîna navbera heq û neheqiyê ji Habîl û Kabîl û vir ve didome û wê ev şer heta qiyametê bidome" û bi vî rengî nêta xwe anî ziman. Di heman demê de nîşan da ku Tirkiyeya vê demê wê bi çi rengî be.

PÊVAJOYA ŞER ÇAWA DEST PÊ KIR?

Pêvajoya şer a wê demê çawa dest pê kir?

Di destpêka salên 2000'î de li ku Rojhilata Navîn bayê guherînê digeriya, sîstema navneteweyî projeyeke nû pêşkêşî herêmê dikir. Navê wê projeyê 'Îslama nerm' bû û weke model jî AKP a Tayyîp Erdogan hilbijartibû.

Dema ku sala bû 2010, pêvajoyeke nû hate ber derî ku hinekan jê re digotin "Bihara gelan", hinekan digotin "Şoreşa pirtiqalî", hinekan digotin "Sorkirin û tevdana hêzên derve" û "hinekan jî digotin "Bihara Ereb".

Pêla raperînê ya ku li Tûnisê dest pê kir, destpêka sala 2011'an gihîşt Misr û Lîbyayê. Li Misrê Îxwan-i Muslîm (Biratiya Misilman) AKP ji xwe re kir model û bi vî rengî xwest 'şoreşê' pêk bîne.

Ji xwe vê rewşê jî nîşan dida ku AKP dixwaze li cografya Rojhilata Navîn a Îslam lê serdest e, xetekê ji xwe re destnîşan bike. Ew xet jî xeta Îxwan-i Muslîm bû.

LIHEVKETINA ROJHILATA NAVÎN

Gotinên "mîrateya me ye", "yadîgara pêşiyên me ye" ku Erdogan û rayedarên AKP'î ji bo Rojhilata Navîn timî digotin û gotina "Ez hevserokê projeya Rojhilata Navîn im" a Erdogan, ev yek radixist pêş çavan.

Pêvajoya 'Bihara Ereb' dema ku gihîşt ber derî, yanî gihîşt Sûriyeyê, dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê û Cemaeta Fethûlla Gulen, armancên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi rengekî eşkere nîşan dan.

Dewleta Tirk, komên ku li Sûriyeyê bi navê 'mûxalefetê' tevdigeriyan, bi serkêşiya Îxwan û El Qaîdeyê li Antalyayê kom kir, Artêşa Sûryeyê ya Azad (ASA) ragihand û bi vî rengî dest bi şerê çekdarî kir.

Lê belê di vê pêvajoyê de faktorek hebû ku bi temamî hesabê wê nehatibû kirin. Ew faktor jî Kurdên Rojavayî bûn, ku li parçeyê herî biçûk ê Kurdistana bi Peymana Sykes-Pîcot hatibû parçekirin bûn.

DIJMINATIYA LI ŞOREŞA ROJAVA

Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dema ku çirûska şoreşê li Rojava pê ket, di serî de Erdogan rayedarên dewleta Tirk gotin ku wê vê yekê ti carî qebûl nekin. Helwesta destpêkê ya dewleta Tirk a piştî şoreşê gefa 'Em ê herêma tampon çêbikin' bû.

Ji ber ku ev gef mezin bû û êrişên li ser gerîla zêde bûn, gerîlayên HPG û YJA Starê sala 2012'an li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê û li navçeya Elkê ya Şirnexê bi navê 'Operasyona Şoreşgerî' dest bi operasyonekê kirin.

Li aliyê din jî dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava, rêxistinên çete hemû; ASA, El Qaîde, El Nûsra, DAÎŞ bi ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê ve ajot.

Şerê li Serêkaniyê û Kobanê şerê herî giran bû, lê belê ev komên çete yên ku hewl didan şoreşê bifetisînin yek bi yek ji hev hatin xistin.

PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Di 12'ê Îlona 2012'an de bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirin. Dewleta Tirk ku hem li hundir hem jî li derve gelekî tengav bû, neçar ma ku bi Ocalan re ji nû ve dest bi diyalogê bike. Ji pêvajoya Oslo ya 28'ê Kanûna 2012'an û pê ve yekemcar hevdîtinan ji nû ve dest pê kirin.

3'ê Çileya 2013'an jî heyetên siyasî (Hevserokê wê demê yê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata) çûn Girava Îmraliyê û bi vî rengî gavên destpêkê yên pêvajoya çareseriyê hatin avêtin.

Tevî ku hevdîtin dihatin kirin û agirbest hebû, li navçeya Licê ya Amedê 11 gerîla hatin qetilkirin û li Parîsê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz tevî du jin ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Ocalan tevî vê yekê jî dest ji îradeya çareseriyê berneda.

DIJMINATIYA ERDOGAN A LI ŞOREŞÊ

Lê belê heman tişt ji bo dewleta Tirk nikare bê gotin. Erdogan di 25'ê Sibata 2013'an de dema ku ji Îmaratê vedigeriya axivî û bi vê gotinê nêta xwe bi rengekî vekirî dianî ziman:

"Rêxistinbûn û avabûneke li bakurê Sûriyeyê, çi otonom be, çi legal be çi jî îllegal be, wê yekparebûnê xera bike. Em ê destûrê nedin avabûneke ku yekbûnê xera dike. Dema ku ew bibe hingî wê pirsgirêkên cuda rû bidin."

DEKLARASYONA OCALAN A NEWROZA 2013'AN

Ocalan nameyek ji Newroza 2013'an re şand û di wê Deklarasyona Newrozê de ji milyonan kesî re ragihand ku pêvajoyeke nû ya ku siyaset derkeve pêş dest pê kiriye û bi van gotinan, îradeya xwe ya ji bo çareseriya siyasî nîşan dida:

"Îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve deriyek vedibe. Pêvajoyek dest pê dike ku aliyên xwe yên siyasî, civakî û aborî bêhtir li pêş e; ferasetek diafire ku mafên demokratîk, azadî û wekheviyê ji xwe re dike esas."

GERÎLA DEST BI VEKIŞÎNÊ KIR

Piştî vê banga dîrokî, beşek ji yekîneyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê di 8'ê Gulanê de ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve vekişiyan.

Lê belê ji ber ku dewleta Tirk gav neavêt û dest bi berdana girtiyên nexweş nekir, vekişîna gerîla hate rawestandin.

Piştî Newroza Amedê ya dîrokî, heyetên siyasî yên ji BDP (Piştre bû HDP) û dewletê, ji bo bi Ocalan re nexşeya çareseriyê amade bikin li Îmraliyê dest bi hevdîtinan kirin.

Lê belê xweranegirtina dewleta Tirk a li Rojava dewam dikir û bi rengekî eşkere-sergirtî piştgirî dida her hêza ku êrişî Rojava dikir.

OCALAN: ROJAVA JI BO MIN JÎ XETA SOR E

Di hevdîtinên Îmraliyê de gotina Erdogan a ku ji bo Rojava digot 'xeta min a sor e' ji Ocalan re hate ragihandin. Li ser vê yekê Ocalan jî got, 'Hûn jî ji Tayyîp beg re bêjin, Rojava ji bo min jî xeta sor e'. Vê yekê hem girêka hevdîtinan hem jî rêya çareseriyê bi rengekî eşkere radixist pêş çavan.

Di vê demê de ku hevdîtinan dewam dikir, çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk piştgiriyeke xurt dida wan, Mûsil xistin û li Şengalê bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin, bi hezaran revandin. Çeteyên DAÎŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de berê xwe dabûn Kobanê.

Bi gotineke din, dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî li Bakurê Kurdistanê rawestandibe jî li Rojava û Başûr bi rêya DAÎŞ'ê dewam dikir.

KÊFXWEŞIYA ERDOGAN A 'KOBANÊ WÊ BIKEVE, LI BER KETINÊ YE'

Bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ'ê li Kobanê yek ji berxwedanên herî mezin ên sedsala 21'ê li Kobanê dihate kirin. Erdogan li navçeya Îslahiye ya Dîlokê di axaftina xwe de digot, 'Kobanê dikeve, li ber ketinê ye'.

Ev gotin û bêsamîmiyetiya li pêvajoya çareseriyê, li Bakurê Kurdistanê bû sedema hêrseke mezin. Çalakiyên ku wê piştre weke Serhildanên 6-8'ê Cotmehê bihata binavkirin, li ser van gotinên Erdogan dest pê kirin.

SERHILDANÊN 6-8'Ê COTMEHÊ

Çalakiyên Kobanê 5'ê Cotmehê li Kanîreşê dest pê kir û 6-7-8'ê Cotmehê li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê belav bûn. Di çalakiyan de 50 kesî jiyana xwe ji dest dan ku zêdeyî 40 ji wan çalakger bûn.

Bêguman bêsamîmiyeta dewleta Tirk a di mijara çareseriyê de ne tenê di vê mijarê de bû. Piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir û gerîla dest bi vekişînê kir, dewleta Tirk jî dest bi amadekariya şerekî topyekûn kir.

Di navbera salên 2013-2015'an de li Kurdistanê zêdeyî 1.600 qereqol û kalekol hatin çêkirin. Êrişên li dijî goristanan dest pê kirin. Pêla destgîrkirin û girtinê bênavber dewam dikir.

MGK A 30'Ê COTMEHÊ Û PLANA 'SERÎTEWANDINÊ'

Piştî 'Serhildana 6-8'ê Cotmehê' civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a herî demdirêj a dîroka komarê (10 saet û 20 deqeyan dewam kir) di 30'ê Cotmeha 2014'an de pêk hat.

Di MGK'ê de ku wê piştre bihata eşkerekirin ku şerê li dijî Kurdan li wê civînê hatiye wergirtin, ji bo tasfiyekirina Kurdan Plana Çalakiyê ya Serîtewandinê hatibû pêşkêşkirin û qebûlkirin.

Plana Çalakiyê ya Serîtewandinê ku planeke hîn berfireh a Plana Şark Islahat a 24'ê Îlona 1925'an bû, dişibiya modela Srî Lankayê ku rêveber û medya AKP'ê dianîn ziman.

Piştî ku dewletê plana qirkirinê amade kir, bi vî rengî dest bi pêla destgîrkirin, girtin û kuştinê kir, di Çileya 2015'an de li Silopiya û Cizîrê bendên destpêkê hatin danîn. Li Cizîrê di 6'ê Çileyê de zarokekî Kurd ê bi navê Umît Kûrt hate kuştin.

DANÎNA BENDÊN DESTPÊKÊ Û DESTWERDANA OCALAN

Dewlet li Cizîrê li pey provokasyonê bû. Hevserokên wê demê yên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak di 14'ê Çileyê de çûn Cizîrê û peyama Ocalan ji gelê Cizîrê re ragihandin. Ocalan wê demê digot, 'Divê li dijî provokasyonan hay ji xwe hebin'.

Lê belê hîn heyet ji bajêr derneketibû zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Tevî vê yekê jî piştî peyama Ocalan xendek hatin girtin û bend hatin rakirin.

LIHEVKIRINA 28'Ê SIBATÊ

Pêvajoya çareseriyê ku heta wê rojê bi lawazî jî be dimeşiya, di 28'ê Sibata 2015'an de bi metna lihevkirinê ya hate xwendin re ber bi qonaxeke nû ve diçû.

Metn li Qesra Dolmabahçeyê hate îmzekirin. Di civîna pêşkêşkirina metnê de bi navê dewletê Alîkarê Serokwezîrê wê demê Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Serokwekîlê Koma AKP'ê ya wê demê Mahîr Unal, alîkarê berê yê serokê MÎT'ê û Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû ku bi Ocalan re hevdîtin dikir, amade bûn.

Li aliyê kUrdan jî ji Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken tevlî civînê bûn. Metna lihevkirinê ji aliyê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin.

ERDOGAN DESTPÊKÊ GOT, 'BANGA KU EM BI HESRETA WÊ BÛN', PIŞTRE ÎNKAR KIR

Piştî ku HDP'ê ragihand ku wê bi navê partiyê tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bibe û Erdogan encamên anketên hilbijartinê dît, îdîa kir ku haya wî ji Lihevkirina Dolmabahçeyê nîne.

Roja ku Lihevkirin hate ragihandin, Erdogan got 'Ev bangeke ku em bi hesreta wê bûn'. Lê belê di 20'ê Adara 2015'an de beriya serdana Ûkraynayê got, 'Min ji rojnameyan xwend. Ya rast haya min ji tiştekî wiha nîne'.

Halbûkî ji şêweyê rûniştindinê heta her tiştên li Dolmabahçeyê haya Erdogan ji her tiştî hebû û wî bi xwe xwestibû ku mutabaqat di 28'ê Sibatê de bê îmzekirin.

Heman Erdoganî di 23'ê Nîsana 2016'an li Edeneyê di axaftina xwe de digot, 'Hinek rabûne qala Lihevkirina Dolmabahçeyê dike. Lihevkirineke bi vî rengî nîne. Ev desthilatdarî bi rêxistina terorê re li hev nake'.

BIRYARA HDP'Ê YA TEVLÎBÛNA LI HILBIJARTINÊ BI RENGÊ PARTIYÊ

Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan jî di 21'ê Gulana 2015'an de digot, 'Eger HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û AKP lawaz bibe, wê pêvajoya çareseriyê nemîne'.

Ber bi pêvajoya hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê re êrişên li dijî HDP'ê bi dawî nedibû. Ji hilbijartinên 3'ê Mijdara 2002'an heta hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an AKP'ê beriya her hilbijartinê daxwaza agirbestê ji PKK'ê dikir. Lê belê AKP'ê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê daxwaza şer dikir.

PROVOKASYONA LI TENDUREKÊ

Ji bo pêla netewperestiyê geş bike pêwîstiya AKP'ê bi xwînê hebû. Lê belê AKP ji aliyekî ve nedixwest ku di nava raya giştî de weke 'aliyê ku pêvajo qedandiye' bê dîtin. Lewma bi destê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala li çiyayê Tendurekê provokasyonek organîze kir.

Di provokasyona 11'ê Nîsana 2015'an de 2 HPG'î û sivîlek hatin qetilkirin, hin leşker jî birîndar bûn. Lê belê gel bedena xwe kir sîper û lîstika AKP'ê ji hev xist.

AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê bi destê DAÎŞ'ê bombe xist avahiyên HDP'ê yên li Edene û Mersînê û li Kanîreşê jî xebatkarê HDP'ê yê hilbijartinê Hamdûllah Oge qetil kir.

ENCAMÊN HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ

Ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle di 5'ê Hezîranê de bi destê DAÎŞ'ê êriş bir ser mîtînga fînalê ya HDP'ê ya li Amedê. Di teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tevî van hemûyan jî HDP'ê 13.1 ji sedî yê dengan wergirt û 80 wekîl şand parlamentê. Di 8'ê Hezîrana 2015'an de Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan got, 'HDP ji niha û pê ve tenê dikare fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbike'.

PIRSÛS, SERÊKANIYÊ Û DESTPÊKIRINA ŞER DI 24'Ê TÎRMEHÊ DE

Di 20'ê Tîrmehê de komek ji ciwanên sosyalîst ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bikin bi rê ket, lê belê bû hedefa êrişekê. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin û zêdeyî 100 ji wan jî birîndar bûn.

Di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs li mala xwe mirî hatin dîtin. Ev bûyer weke 'Bûyera ku pêvajoya çareseriyê qedand' hate pêşkêşkirin. Wê piştre eşkere bibûya ku bûyer encama şerê desthilatdariyê yê navbera AKP-Cemaetê ye.

ŞERÊ KURDAN VEDIGUHERE ŞERÊ GELÊN HERÊMÊ

Dewleta Tirk di 24'ê Tîrmehê de yanî di salvegera Peymana Lozanê de bi balafirên şer dest bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Wî şerê ku digotin 'Me 400 sortî kir, me şikeftên wan bi serê wan ve rûxand' bi vî rengî dest pê kir.

Şerê hegemonya Osmanîtiya nû ku bi şerê dijî Kurdan dest pê kir û îro ji Iraqê heta Sûriye, Lîbya û Yemenê li dijî gelên herêmê hemûyan tê kirin, hîn jî bi berfirehî dewam dike.

Sibe: Şerê topyekûn ê ku dewleta Tirk 5 sal in li dijî Kurdan dimeşîn