Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê destpê kir

Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê dest bi kongreya xwe ya 3'yemîn kir.

Bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’, 3. Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna 420 delegeyan destpê kir.

Kongre li salona konferansê bi hatina gel û delegeyan re, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Li avahiya ku kongre tê de tê kirin wêneyên Rêber Apo, wêneyên şehîdên Tevgera Azadî û alên KCK, KJK û PAJK’ê hatine daliqandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a wargehê Yûsûf Kara ve hat kirin.

Yûsûf Kara di serî de 3. Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê kir û got: “Em di serî de tecrîda li ser Rêber Apo û komploya 15’yê Sibatê bi tûndî şermezar dikin. Wê ti caran komplo bi serneke ve. Rêber Apo bi hêz û vîna xwe ya ji pola, komplo têk bir. Emê Rêberê xwe bi fîzîkî azadbikin. Îro roja zimane, bi vê bûneyê em vê rojê bi dil û can pîroz dikin. Ziman tişta herî pêwîst e. Em wek netew, timî zimanê me hatiye windakirin û asîmîlekirin. Niha jî zimanê me tê tûnekirin û êrişek ne asayî li ser heye. Lê emê bi dewlemendiya zimanê xwe, van êrişan vala derbixin. Ziman nasnameya gel û netewan e. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em 3. Kongreya xwe li dar dixin û emê bi vê kongreyê re nûjentiyan bidin jiyankirin. Hêvîdarim ev kongre bibe wesîleya aştî û aramiya Kurdistanê. Em vê kongeryê diyarî Rêber Apo, şehîd û şervanan dikin.”

Piştî axaftina vekirinê, dîwan hat hilbijartin û niha jî 3. Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê bi xwendina perspektîfên Rêber Apo berdewam dike.