KONGRA GEL: Sala 46'an a PKK'ê derfetên pêşketinên mezin pêşkêş dike

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Sala têkoşînê ya 46'emîn a PKK'ê ji her alî ve dikare pêşketinên mezin biafirîne."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir, ji bo tevlîbûna li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî ye:

"Salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li hemû endamên PKK û PAJK'ê yên li her qadan, li malbatên hevalên şehîd, li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li mirovahiya pêşverû ya di nava lêgerîna demokrasî û azadiyê de ye, pîroz be.

Şehîdên me yên partiyê ku xwediyê esasî yê hemû destketiyan e ku bi berdêlên giran û lehengiyan hatin afirandin, bi vê wesîleyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin.

PKK mîlada azadiyê ya li Kurdistanê ye. Beriya PKK'ê rastiya gelekî welê hebû ku di hemû serhildanan de têk çûbû, hêviya xwe ji dest dabû, hatibû teslîmgirtin û bi gotina 'Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye' li goristanê hatibû pênasekirin. Têkoşîna azadiyê ya mezin a Rêber Apo ku bi PKK'ê meşand, pêşî li qirkirinê girt.

PKK berhema Rêber Apo ye. Ji bo gelekî ku hebûna xwe jê hatibû standin, ji rastiya xwe hatibû dûrxistin, PKK bû destana jinûve vejînê û vegera li jiyana azad. Ji ber vê yekê PKK mîlada vejînê ya Kurd ên azad e.

PKK'ê rastiya dîroka Kurdistanê li ser hîmên wê da rûniştandin ku ji aliyê hêzên serwer ên modernîteya kapîtalîst û sîstema mêtinger qirker ve hatibû berevajîkirin. Bi berxwedana xwe bawerî da gel. Bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê şoreşa civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, afirand.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya PKK'ê li herêmê gelek pêşketin afirand. Hêzên serwer ên ku ev pêşketin li hemberî xwe weke xetere dîtin, li hemberî Rêber Apo plana komploya navneteweyî xistin meriyetê û bi vî rengî xwestin pêşî li vê pêvajoyê bigirin.

Hêzên hegemon ên naventeweyî xwestin ku bi dîlgirtina Rêber Apo ya fîzîkî li zindana Îmraliyê encamê ji pêvajoyê werbigirin. Lê belê hêzên hegemon di vê mijarê de xwe şaş kirin.

Rêber Apo li hemberî komploya navneteweyî ya hêzên modernîteya kapîtalîst ku ji bo dewamkirina plana qirkirinê ya sed salî ya li ser Kurdan xistin meriyetê, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a alternatîf têkoşîna jiyana azad gerdûnî kir û planên sîstema serwer bêencam hişt.

Di serî de jin û ciwan, hemû hêzên li cîhanê yên di lêgerîna azadiyê de ne, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' xwedî li paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojî derketin ku xwe dispêre azadiya jinê.

Di vê pêvajoyê de ku em di salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê de ne, li çar aliyên cîhanê dostên Rêber Apo dest bi kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. Ev kampanya wê gav bi gav hîn mezin bibe û belav bibe.

Polîtîkaya înkar û îmhayê ya sedsalî sîstema dewleta Tirk ji her alî ve anî ber rizandin û hilweşînê. Sîstema dewletê ya mêtinger, qirker û tekperest, bi xwespartina li polîtîkayên berjewendî û nakokiyên herêmî û navneteweyî êdî nikare dewam bike.

Doktrîna şer a sîstema dewleta faşîst ku qirkirina Kurdan ji xwe re dike esas, ji aliyê gerîla ve bêencam hate hiştin. Dewlet di polîtîkayên şer de xitimî ye. Sîstem di nava krîza aborî û hilweşîNê de ye. Faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet desthilatdariya xwe dewam bike. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê, çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li hilweşînê bigirin.

Ji aliyê têkoşîna me ve jî sala têkoşînê ya 46'emîn a PKK'ê ji her alî ve derfetên pêşketinên mezin pêşkêş dike. Di vê pêvajoyê de divê em kampanya azadiyê ya dostên xwe xurt bikin û bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya hilweşîna polîtîkayên qirkirina Kurdan û destpêkirina pêvajoyeke çareseriya demokratîk. Ji ber vê jî li her qadê li gorî aliyên neteweya demokratîk divê em avakirina civakî pêk bînin, paradîgmaya azadiyê bixin meriyetê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas.

Li ser vê bingehê em cejna partiyê ya 45'emîn a PKK'ê di serî de lİ Rêber Apo, li hevalên li çiya, zindan û hemû qadan têdikoşin, li gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû hevrêyên enternasyonal pîroz dikin û di sala têkoşînê ya 46'emîn de serketinên mezin hêvî dikin."