KONGRA-GEL: Rojeva bingehîn divê azadiya Rêber Apo be

KONGRA-GEL diyar kir, "Di 4'ê Nîsanê de qedera gelê Kurdistanê guherî. Azadiya Rêber Apo divê rojeva bingehîn be."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'QEDERA GELÊ KURDISTANÊ GUHERÎ'

Peyama KONGRA-GEL wiha ye:

" Rojbûna Rêber Apo di destpêkê de ji malbata Rêbertiyê, malbatên şehîdan, gelên Kurdistan û Rojhilatanavîn, hemû hevalan, jinên cîhanê û mirovahiya pêşketî re pîroz be.

Roja 4ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo, di dîroka gelên Kurdistanê de rojbûna ‘Kurdê azad, jina azad û civaka azad’ e. Milada guhertina qedera gelên Kurdistanê ye, destpêka lêgerîna heqîqeta jiyana azad e. Ji ber vê yekê jî em dikarin bejin ku gelên Kurdistanê sedan sal e benda vê rojê ne.

Bi Manifestoya Azadiyê û pêşengtiya jinên azad, li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyana azad û demokratik ya gelan hat avakirin. Paradigmaya Rêbertî li hemû cîhanê de deng veda, ji bo lêgerînên gelan, yên kedkaran û jinên cîhanê re bû hêviyeke mezin.

Ji ber vê yekê jî êdî azadiya Rêber Apo ne tene ji bo gelên Kurdistanê, ji bo jinên cîhanê, ji bo gelên azadîxwaz û mirovahiya pêşketî re jî pêwîst e.

'ROJEVA BINGEHÎN DIVÊ AZADIYA RÊBER APO BE'

Rêveberên pergala kapîtalîst û dewletên dagirker, vê rastiya Rêber Apo baş dizanin. Ji ber vê yeke jî li İmrali’yê tecrîdeke pir giran pêk tînin.

Rejîma faşist a dewleta Tirk, dixwaze vê dema Vîrûsa Koronayê (Covid – 19) ku herkes bi wiya mijûl e, ji bo xwe bike derfet, zexta xwe li ser Rêber Apo û gelên Kurdistanê hê jî girantir bike.

Pêwîst e plana rejîma faşist a dewleta Tirk, bête vala derxistin. Bi taybetî di pêşengtiya jin û ciwanan de gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşketî, di vê demê de azadiya Rêber Apo pêwîst e bikin rojeva xwe ya yekemin. Jiber ku azadiya herkesi, girêdayî azadiya Rêber Apo ye.

'SÎSTEMA KAPÎTALÎST NAVENDA NEXWEŞIYAN E'

Rêber Apo di Manîfestoya Azadiyê de, nexweşiyên cîhanî çima û çawa encamên pergala kapîtalîst e, berfireh diyar kiribû. Ev pêvajoya Vîrûsa Koronayê diyarkir û îspatkir ku pergala kapîtalîst bi xwe navenda hemû nexweşiyên cîhanê ye. Rêber Apo diyar dike ku heta ev pergala kapîtalîst têk neçe, ji miravahî re azadî û rehetî nîne.

'EM SEFERBER BIBIN, BIKIN SALA AZADIYÊ'

Ev pêvajo car din îspatkir ku nêrînên Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên pergala cîhanê ye. Jiber vê rastiyê, pêwîst e herkes azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe bibîne û seferber bibe.

Ji bo azadiya Rêber Apo û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo şikestina tecrîta İmralî’yê û têk birina faşîzma dewleta Tirk, em ji herkesî re bang dikin ku bi bilinkirina tekoşîna xwe em sala 2020’an bikin sala azadiyê.

Rojbûna Rêber Apo, rojbûna ‘Kurdê Azad’ ji bo hemû şopdarên jiyana azad re pîroz be."