KONGRA–GEL: Peyama Newrozê azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL Newroza sala 2022’an pîroz kir û got “Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pê kir, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Semayê agirê Newrozê gur bû."

Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL bi peyameke nivîskî Newroza sala 2022’an pîroz kir.

Di peyama KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Newroza îsal di serî de li Rêber Apo, li tevayî hevalên li çiya û zindanan li ber xwe didin, li gelê çar parçeyên Kurdistanê û ên li derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û dostên gelên Kurdistanê pîroz be. Bi vê wesîleyê Kawayê hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û hemû şehîdên Newrozê bi minnet û rêzgirtin bi bîr tînin.

Destpêka meşa tekoşîna azadiya Kurdistanê, roja Newrozê ye. Rêber Apo 49 sal berê yanî di Newroza 73’an de bi komek hevalên xwe dest bi meşa azadiyê kir. Bi Newroza îsal jî em ê bikevin 50’emîn sala têkoşîna Rêber Apo û meşa azadiya gelên Kurdistanê.

Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pêkir, Kawayê hemdem Mazlum Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema her çû agirê Newrozê hat gurkirin. Keç û xortên Kurd ji bo azadiya gelê me berdêleke pir mezin dan. Li ser vî esasî jî Newroz bû Newroza berxwedanê, bû Newroza azadiyê û serketinê. Bi agirên şehîdên Newrozê, li welat û li derveyî welat Newroz bû sembola berxwedan û azadiya gelên Kurdistanê.

Em wek tevger û gel, bi berxwedana Rêber Apo ya 24 salan û bi berxwedana gerîla ya ku şerê teknîk ê dijmin pûç kiriye, me sala 2022’an bi moral û serketî pêşwazî kir, dewleta faşîst jî berevajî bi krîzeke pir giran û serneketî ket sala 2022’an.

Him ji ber vê motîvasyonê him jî ji ber ku Newroza 2022’an destpêka 50’emîn sala têkoşîna Rêber Apo ye, di hemû çalakiyên îsal de tevlêbûn û li xwedî derketina Rêber Apo de pêşketineke mezin heye. Di protestoyên komploya navneteweyî de, di çalakiyên 8’ê Adarê de, di tevlêbûnên pîrozbahiyên Newrozê de ev yek bi vekirî xuya ye. Em ji ber vê hestiyariyê ji gelê xwe re sipas dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Em wek tevger bi biryar in ku sala 2022’an bikin sala têkçûna faşîzmê û bikin sala azadiya Rêber Apo. Ji ber vê yekê li welat û li derveyî welat bi girseyî tevlêbûnên pîrozbahiyên Newrozê, ji bo azadiya Rêber Apo pir girîng e. Newroz û hemû xebatên sala 2022’an ji bo azadiya Rêber Apo ye. Coş û mesajên pîrozbahiyên Newrozê yê li ser tevayî xebatên salê xwe bandor bike.

Ji ber vê yekê jî ji gelên Kurdistanê û dostên xwe re bang dikin ku em bi malbat û derûdorên xwe bi girseyî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û bi peyameke bi hêz azadiya Rêber Apo bixwazin. 

Em careke din Newroza Rêber Apo, a tevayî hevalan û a gelê me pîroz dikin, di tekoşîna sala 2022’an de ji bo herkesî serketinê dixwazin.”