KONGRA-GEL Newroz pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê Newroz bi girseyî nehatiye pîrozkirin lê agirê Newrozê di dilê me hemûyan de bilind dibe.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê bi peyameke nivîskî Cejna Newrozê pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, li gelên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn re, li hemû hevalên li qadan têdikoşin re pîroz be.

Newroz bi berxwedanên şehîdan bû Newroza pîroz, bû sembola berxwedan û azadiya gelên Kurdistanê. Em bi wesîleya Newroza îsal di serî de heval Mazlûm Dogan, Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û hemû şehîdên Newrozê bi rêzgirtin bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Ji ber şewba vîrusa koronayê, ji bo parastina tenduristiya gelên Kurdistanê, îsal Newroz bi girseyî nehate pîrozkirin. Ji bo parastina gelên me ev biryar pêwîst bû. Lê belê em dizanin ku germaya agirê Newrozê, di dilê gelên me hemuyan de bilind e. Ji ber vê yeke jî, gorî şert û mercên îro, gelên me bi awayên afirîner pêwîst e cejna Newrozê pîroz bikin û xwe bilindkirina tekoşîna îsal re amade bikin.

Krîza ku li cîhanê û li Rojhilata Navîn heye, bi vîrusa koronayê wê bigihêje asta herî jor. Di aliyê rewşa aborî û siyasî de, di vê pêvajoyê de derfetên têkçûna rejîmên faşist ên dewletên dagirker, ji hemû deman zêdetir e.

Ji ber vê yekê jî li ser bingeha şikestina tecrîta Îmraliyê û têkbirina faşîzma dewleta Tirkiyê, ji bo ku azadiya Rêber Apo û a Kurdistanê û demokrasiya herêmê pêk bê, pêwîst e îsal di hemû beşên jiyanê de em gelên Kurdistanê û dostên me, bilindkirina tekoşîna xwe esas bigirin.

Di vê çarçoveyê de banga me ji gelê me re ev e ku bi şêwazên cihê û afirîner Newroza xwe pîroz bikin.”