KONGRA-GEL: Ji bo Ocalan em sibe dakevin qadan

KONGRA-GEL di salvegera Komploya Navneteweyî de daxuyaniyek da û ev bang kir: "Di 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî de em qadan dagirin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya 10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî daxuyaniyek weşand.

'BERXWEDANA JI ÎMRALIYÊ HETA HEFTANÎNÊ, KOMPLOYÊ PÛÇ DIKE'

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

"Di dîroka têkoşîna maf û hiqûqê ya gelê Kurd de yekemcar di salên 1990'î de bi pêşengiya Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê hevsengiyeke nû ya hêzê hate afirandin û vê rewşê zor da siyaseta herêmê ya înkarkirina Kurdan ku dewleta Tirk pêşengiyê jê re dike.

Li pêşberî vê rewşê, hin hêzên navneteweyî bi serkêşiya DYE'yê, ji bo berjewendiyên herêmî li ser bingeha jinûve qurbanîkirina gelê Kurdi dest bi plana jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn kirin.

Hêzên komploger bi rêya van planên xwe yên nebixêr, hem ji bo tasfiyekirina PKK'ê ku li pêşiya planên xwe yên herêmî astengî didîtin yekser êriş birin ser rêberê tevgerê, hem xwestin  dewleta Tirk a ku li hemberî PKK'ê tengav bûye ji bo planên xwe yên herêmî bi temamî bi xwe ve girê bidin, hem jî bi tasfiyekirina alternatîfa Kurdên azad re Kurdan di polîtîkayên xwe yên herêmê de bi hêsanî bi kar bînin.

Armanca komploya navneteweyî ku beriya niha bi 22 salan di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir ev bû. Lê belê di serî de berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber Apo, rêbaza berxwedana fedayî ya ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û di nava 22 salan de bi şehîdên Heftanînê gihîşt asta herî bilind, nehişt ku komploya navneteweyî bi ser bikeve. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe hemûyan bi hezkirin, hurmet û dilsoziyê bi bîr tînin û dibêjin ku dem hatiye em armancên wan pêk bînin.

'FAŞÎZM TÊK DIÇE, PÊNGAV WÊ ROLEKE DÎROKÎ BILÎZE'

Hêzên komploger xwestin Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Lê belê berevajî vê yekê Rêber Apo û paradîgmaya ku ew temsîla wê dike sînorên Kurdistanê derbas kir, xwe gihand gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Têkoşîna ku Tevgera Jinên Kurd pêşengiyê jê re dike gihîşt tevgerên jinên cîhanê.

Di serî de dewleta Tirk a faşîst înkarker, dewletên serdest mêtinger di her qada jiyanê de di nava krîz û kaoseke giran de ne. Dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkayên şer ên li hundir û derve hewl dide temenê xwe dirêj bike, lê belê berevajî vê yekê ev polîtîka hilweşîna faşîzmê nêztir dike.

Şermezarkirina hêzên komploger êdî têrê nake, êdî dem hatiye ku planên komployê bi temamî bê pûçkirin. Pûçkirina vê plana ku bi dîlgirtina Rêber Apo dest pê kir, tenê bi azadkirina Rêber Apo dibe. Ji ber ku azadiya Rêber Apo tê wateya hilweşîna rejîma faşîst a li Tirkiyeyê, li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn.

Ji ber vê yekê pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' ya KCK û KJK'ê wê roleke dîrokî bilîze.

'EM LI HER DERÊ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Biryara Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' ku di vê demê de wergirt û 10'ê Cotmehê weke Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ragihand, ji bo destpêkirina vê pêvajoyê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 10'ê Cotmehê li her deverê bi dirûşma 'Dem hatiye, azadî ji Ocalan re' tevlî çalakiyan bibin."