KONGRA-GEL: Em zêdetir li Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî derbikevin

KONGRA-GEL Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û bang kir ku zêdetir lê xwedîtî were kirin.

KONGRA-GEL got polîtîkayên bi dijminatiya Kurdan ên Erdogan heta niha çawa hatibin pûçkirin êrîşên bi ser Efrînê de jî wê werin şikandin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL ji ber 5. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê  daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘SERFIRAZIYA PARADÎGMAYA RÊBER APO’

Destpêka peyamê hate gotin, ‘’5. salvgera 19’ê Tîrmehê li rêberê şoreşê Rêber Apo, li gelên Rojava û Sûriyê, li hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be. Her wiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku şoreşa jinan e li hemû jinan pîroz be.’’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber 5. salvegera şoreşê em şehîden şoreşê yên ku di ber siberoja azad a gelên me de canê xwe feda kirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em careke dî dubar dikin ku em ê her dilsozê bîranînên wan bin. Em şehîdên şoreşê yên enternasyonalîst ku ji çar hêlên dinyayê hatine, tevlî şoreşê bûne û kirine ku Şoreşa Rojava bibe navenda peywendiya cîhanê bi hurmetdarî bi bîr tînin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê serfiraziya paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya jinê ye. Jiyanîbûna neteweya demokratîk û civaka demokratîk a perspektîfên Rêber Apo ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ber sedema ku li Rojhilata Navîn ku bûye navenda şerê dinyayê, bûye rêya çareseriya netewî weke şoreşa sedsala 21’an ji niha ve ketiye dîroka mirovahiyê.

 ‘DI WÊ ASTÊ DE YE KU BI RISTA DIYARKER RADIBE’

Pêvajoya Şoreşa Rojava ya ku 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê kirî, bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê gav bi gav mezin bûye û niha jî di avakirina Federasyona Demokratîk a Sûriyê de bûye xwedî risteke diyarker.

Bi pêngava Reqa ya bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku armanc dike DAIŞ’ê ji herêmê bi temamî paqij bike, pêvajo hatiye qonaxeke girîng. Bi rizgariya Reqayê Federasyona Bakurê Sûriyê wê were qonaxeke dî û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk wê li armanca stratejîk asê bibe.

 ‘ERDOGAN LI EFRÎNÊ WÊ TÊK BIÇE’

Dewleta Tirk li bara serketina hêzên QSD’ê ku DAIŞ’ê têk dibin qurf pê ketiye û bi mebesta ku vê pêvajoyê sabote bike êrîşên xwe yên bi ser Efrînê de zêdetir kirine. Polîtîkayên Erdogan ên bi dijminatiya Kurdan heta niha çawa têk çûbin ji niha û pê de êrîşên bi ser Efrînê de jî wê wiha têk biçin.

Di serî de hêzên pêşeng YPG-YPJ’ê ku di vê pêvajoya dîrokî ya şoreşa gelan de rista xwe bi cih anîne, hemû pêkhateyên QSD’ê ji dil em slav dikin, di têkoşîna wan de ku bi fedekarî û baweriyeke mezin didin, em serketinê ji wan re dixwazin.

Şervanên azadiyê ku pêşengiyê ji siberoja ronak û demokratîk a gelê me re dikin, li dijî hovîtiya dewletên mêtinger ên olîgarşîk û hevkarên wan ên barbar, bi lehengiya xwe ya ku gelên me gihandine jiyana azad û demokratîk ji niha ve di ûcdanê mirovahiyê de cihê xwe girtine."

KONGRA-GEL herî dawî got: "Em bang li gelê xwe, raya giştî ya dinyayê, zêdetir li Şoreşa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê xwe xwedîtiyê bikin ku nirxên mirovahiyê diparêze."