Konferansên li Hambûrgê bi 23 atolyeyan dewam dikin

Di konferansên "Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst" de yên ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên nîqaşkirin, 23 atolye hatin lidarxistin.

Çareserî û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jiyana civakî, siyasî, ciwan, huner û pirsgirêka jinê, ji aliyê saziyên raman û aktîvîstên li gelek welatan ve dewam dikin. Konferansa bi navê ‘Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst’ a 4’emîn didome û di çarçoveya konferansê de atolyê tên lidarxistin.

Piştî mudaxeleya Îstîxbarata Hundir a Almanyayê, konferansa ku wê li kampusa Zanîngeha Hambûrgê bihata lidarxistin, ji aliyê Rektor Prof. Hauke ​​​​Heekeren ve hate qedexekirin. Konferans piştre li Wilhelmsburg Burgerhaus (şaredariya Wilhelmsburg) berdewam kir.

Ji bo protestokirina helwesta rektor, konferans di roja 3’emîn de bi xebatên atolyeyê yên li derên cihê yên Hambûrgê didome. Li 4 cihên bajêr, li 13 eywanan bi 23 atolyeyan, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin.

Di serî de Medyaya Kurdî, Jineolojî, Şano, Dîrok, Eko-sîstem, Dîroka Berxwedanê û tecrubeya Rojava gelek mijar û pirsgirêk tên nîqaşkirin.