Konferansa li Silêmaniyê bi dawî bû

Konferansa li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê Akademiya Siyaset û hizra Demokratîk ve bi mijara ‘Bûyerên li Rojhilata Navîn û siberoja herêmê û Kurdan’ hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Konferansa Akademiya Siyaset û hizra Demokratîk a li bajarê Silêmaniyê ku bi mijara ‘Bûyerên li Rojhilata Navîn û siberoja herêmê û Kurdan’ hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Di konferansê de 150 delege û mêhvan amade bûne. Armanca konferansê guftûgokirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, parçeyên din ên Kurdistanê û rêya çareseriyê pêk hat.

Di konferansê de wê 3 panêl bên pêşkêşkirin. Panela yekem ji aliyê Dr. Farûk Refîq ve hat pêşkêşkirin. Ew jî bi navê ‘Efsaneya niştîmanî’ ye. Panela duyemîn ji aliyê Dr. Kardo Mihemed ve bi navê ‘Piştî avabûna Heşdî Şebî li herêmê hebûna leşkerî’ ve were pêşkêşkirin. Panela sêyemîn jî ji aliyê Hawjîn Mele Emîn ve hatin pêşkêşkirin.

Her wiha di panela sêyemîn de Endamê Peywendiyên Dîplomasî yê KCK’ê Serhed Varto wê bi navê ‘Siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê’ hat pêşkêşkirin. Mijara duyemîn bi navê ‘Pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê di navbera derfetên ji dest çûne û derfetên dema pêş’ ji aliyê Elî Basî hate pêşkêşkirin.

Ji derveyî van sernavan, di nava nirxandinên tevahî rojê de mijarên cuda cuda jî hatin destgirtin û nirxandin. Bi taybet êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate destgirtin.

Encamnameya konferansê wê sibe bi raya giştî re bê parvekirin.