Komploya Navnetewî li Binarê Qendîlê hate protestokirin

20’emîn salvgera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li Binarê Qendîlê bi meşekê hate protesto kirin.

Li Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya 'Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne û Rêber Apo azad bike' bi meşekê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate şermezar kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên şermezar kirina Komploya Navnetewî hate berz kirin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û dimîtîngê de endama Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan û Yekîtiya Jinên Ciwanên Têkoşer Zîlan Mûsa axivî.

Zîlan Mûsa wiha got; “Di 15'ê Sibata 1999'an de li ser Rêber Apo komployekî navneteweyî pêk hat. Lewma ev 20 sal in Rêber Apo li gireva Îmralî dîl tê girtin û di bin tecrîdekî giran de ye. Li dijî vê tecrîda girankirî bi pêşengiya Leyla Guven ku 93 roje di greva birçîbûnê de ye, grevên birçîbûnê destpê kirine. Em piştgiriya çalakiya heval Leyla Guven dikin. Komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin.”

Mûsa bang li gelê Kurd kir û wiha got; “Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û piştgirîdayîna Leyla Guven em dakevin qadan.”

Endamê Meclîsa Binarê Qendîl Marîf Ênzeyî jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de gelek bedelên giran dane.

Ênzeyî ragihand ku kilîla çareseriya doza Kurd Ocalan e û wiha domnd; “Gelê şoreşger û azadî xwaz yê Şêladizê û Behdînan çawa hêzên rejîma Saddam ji Behdînanê derxistin wê baregehên dewleta Tirk jî ji wir derxînin. Tola gelê Qendîl û Behdînanê hilînin. Gelê berxwedêr ê Şêladziê bi şewitantina baregeha dewleta Tirk re dîrok nivîsand.”

Çalakî bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin' û 'Bijî berxwedana Leyla Guven' bi dawî bû.