Komploya 15'ê Sibatê li Qendilê hat şermezarkirin
Gelek kesên ji Qendîl û derdora wê hatîn, Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, protesto kirin.
Gelek kesên ji Qendîl û derdora wê hatîn, Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, protesto kirin.
Gelek kesên ku li Qendîl û gundên derdora wê dijîn, ji bo şermezarkirina Komploya li dijî Ocalan meşek li dar xistin.
Piştî meşê daxuyaniyek dan çapemeniyê û wiha hat gotin; "Îxanet û komplo bi hêza gel wê vala were derxistin." Her wiha di daxuyaniyê de ji bo lidarxistina kongreya netewî bang hat kirin û balkişandin ser çalakiyên li Başûrê Kurdistanê û diyarkirin ku çalakiyên tên kirin pêwîste bi berdewamî bi domin.