'Komplo wê careke din bi têkoşînê were têkbirin'

Gerîlayê HPG'ê Rûgeş Azad diyar kir ku hewl tê dayin, komplo ji nû ve bi cih were anîn û got, bi têkoşînê re wê komplo bê têkbirin.

Gerîlayê HPG'ê Rûgeş Azad bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî û destpêkê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi bîr anî.

Azad diyar kir, hêzên navneteweyî dixwazin komployê ji nû ve bixin dewrê û got, biryara DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan tê vê wateyê.

Gerîlayê HPG'ê Azad anî ziman, Tevgera Azadiyê ya Kurd êdî ne tenê li Kurdistan û Rojhilat Navîn, li tevahiya cîhanê bandorê li mirovan dike û hêzên komploger jî dixwazin pêşî li vê yekê bigirin.

Di dewama axaftina xwe de gerîla Azad bal kişand ser êrîşên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên li dijî destketiyên Kurdan û got, "Li aliyekî dagirkerî û faşîzm bi tundî zêde dibe, li aliyê din jî berxwedana li dijî vê yekê mezin dibe."

Gerîlayê HPG'ê Rûgeş Azad grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê pêk tên nirxand û diyar kir, grev ji bo têkbirina komployê çalakiyek e. Azad anî ziman, faşîzma Erdogan tengav bûye û bi çalakiyên greva birçîbûnê re wê dawî li faşîzmê bê anîn.